Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ji aliyê girtiyên siyasî yên li 38 girtîgehên Rojhilatê û Îranê ve hatiye destpêkirin. Kampanyayê di hefteya 79an de, daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di hefteya borî de 20 kes li girtîgehên Rojhilatê û Îranê hatine darvekirin.
Hezar û 477 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ragihand ku di dema salek ya serokkomariya Mesûd Pizîşkiyan de, hejmara kesên hatine darvekirin gihişt hezar û 477 kes.
Di heman daxuyaniyê de hate gotin ku hefteya borî bi fermana berpirsê girtîgeha Qizilhesar ya li bajarê Kerec ya Îranê û cîgirên wî yên bi navê Hesen Qubadî û Îsmaîl Ferec Nejad, zêdetirî 100 pasewanên çekdar yên girtîgehê û hêzên îstîxbaratê, avêtine ser hola girtiyên siyasî û çar girtiyan avêtine hûcreyên take kesî.
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ di dewama daxuyaniya xwe de got; “Hefteya borî cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî Yequb Direxşan bi tometa ‘propagandaya dijî dewletê’ hatiye birîn. Dijî biryarê girtiyên li girtîgehên Qerçek û Tahrana Mezin nerazîbûn nîşandane û bê navber dirûşme avêtin. Serokê Dadweriya Îranê Hisên Muhsînî di daxuyaniyek çapemeniyê bi awayek eşkere ragihand ku ewê welatiyan bêdeng bikin.”

Li Rojhilatê û Îranê di 6 mehan de 400 kes hatine darvekirin
Kampanyayê da zanîn ku di dema şerê 12 rojan yê di navbera Îsraîl û Îranê de, zêdetirî 2 hezar kes hatine desteserkirin.
Herî dawî Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ bang li azadîxwazan, çalakvanan, xizmên girtiyên siyasî, rêxistinên navnetewî û her kesê kir ku dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin.
(AY)

