Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daneyên Eleman.netê rêjeya lêgerîna kar a jinan heke bi sala 2019an ve were berhevkirin ji sedî 11, bi sala 2020an ve were berhevkirin ji sedî 9 kêm bûye. Daneyên rêjeya lêgerîna kar li gorî 10 mehên destpêkê ya sala 2021an hatiye amadekirin.
Li gorî daneyên Eleman.netê salên jinên ku herî zêde li kar digerin di navbera 26-30an de ne û ev jî ji sedî 28.7ê jinan e. Ji sedî 21.46ê jinan di navbera 20-25an de ne, ji sedî 21ê jinan salên wan di navbera 31-35an de ne. Li gorî îstatîstîka jinên ku herî kêm li kar digerin salên wan 51 û berjortir e.
Li gorî îstatîstîkên ji bo seranseriya Tirkiyeyê yê Eleman.netê ji kesên ku li kar digerin jê sedî 45ên wan jin in. Ji sedî 35,08ê jinên ku kar digerin lîse qedandin e, ji sedî 28,60ê wan zanîngeh, ji sedî 23ê wan peymangeh, ji sedî 11,6ê wan dibistana seretayî, ji sedî 1,62yê wan lîsansa bilind qedandine.
Li gorî daneyên heman malperê rêjeya jinên ku kar dikin ji sedî 12,54 e, rêjeya jinên ku kar nakin û li kar digerin ji sedî 74,54 e.
(EMK/AY)