Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şîrketa Lêkolîn û Şêwirmendiyê, KONDA 100em Barometreya xwe bi encam kiriye ku ji meha Adarê ya 2010an û vir ve pêk tîne.
Şîrketê bersiva wê pirsê bi raya giştî re par ve kiriye ku dibêje “nêrina we ya li penaberên sûriyeyî çi ye?”.
Di barometreyê de pirs li 2 hezar û 651 kesan hatiye kirin. Ji wan hatiye pirsîn ku “Gelo têkiliya we ya bi penaberên sûriyeyî re dê çawa be?”
Di Sibata 2016ê de ji sedî 14ê beşdaran gotiye, ew dikarin bi yekî/e sûriyeyî re di heman malê de bimînin. Lê ev rêje di Tîrmeha 2019ê de daketiye ji sedî 7a.
“Nêrîneke neyênî li ser wan tê avakirin”
Sosyolog Feray Artarê derbarê lêkolîna KONDAyê de ji bianetê re got, her gav nêrîneke neyênî li ser penaberan tê avakirin. Artarê wiha berdewam kir:
“Her gavê dibêjin ku sûriyeyî pîs in, tiştan par ve nakin, li vir li kêfa xwe dinêrin û bala wan ne li ser şerê li welatê wan e. Ev tiştên neyênî gelek caran ji wan re tê gotin. Dibe ku ji ber vê be naxwazin bi sûriyeyiyan re bijîn.
“Heke polîtîkayên serkeftî yên entegrasyonê bihatana meşandin, encam bi vî awayî dernediketin. Ji serî heta niha polîtîkayên entegrasyonê nehatin pêkanîn. Pirsgirêkên cidî hene di vê mijarê de. Dema li cihekî pirsgirêkek çêbû, pevçûnek derket bêhtir me sûriyeyî ji wir dûr xist.”
“Gelek zanyariyên ne rast tên belavkirin”
Ji Komeleya Lêkolînên Koçberiyê (GAR) Gulay Ugur Gokselê jî got, di nava civakê de gelek zanyariyên ne rast di nava civakê de tên belavkirin. Goksel wiha axivî:
“Gelek zanyariyên ne rast li ser sûriyeyiyan heye. Civak di vê mijarê de gelekî bêagah e. Van zanyariyên ne rast piranî ji medyayê werdigire. Lê saziyên fermî jî zanyariyên rast nade.
“Li gorî beşek ji civakê li nexweşxaneyan û zanîngehan û di perwerdeyê de îltîmas ji bo sûriyeyiyan tê kirin. Zanyariyeke ne rast heye ku dibêjin ‘Em di rêza welatîbûnê de ketine rêza duyem. Mafên sûriyeyiyan ji yên me bêhtir in”. (RT/FD)
Fotograf: Özge Elif Kızıl / Pirsûs - AA