Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) îro daneyên derbarê hêza karkirinê de yên sala 2022yan weşandiye. Li gorî daneyan, hejmara bêkaran a di wateya teng de, li gorî sala 2021an 337 hezar kes kêm bûye û bûye 3 milyon û 582 kes. Rêjeya bêkaran 1,6 pûanan kêm bûye û daketiye ji sedî 10,4an. Rêjeya bêkariya di nava meran de ji sedî 8,9 e û di nava jinan de jî ji sedî 13,4 e.
Rêjeya bêkariyê ya di wateya berfireh de li gorî sala borî 3,1 pûna kêm bûye û bûye ji sedî 21,3.
Hejmara kesên ku kar dikin li gorî par milyon û 955 kes zêde bûye û derketiye 30 milyon û 752 kesan. Rêjeya kesên ku kar dikin jî 2,3 pûan zêde bûye û bûye ji sedî 47,5.
Ev rêje di nava meran de ji sedî 65, lê di nava jinan de ji sedî 30,4 e.
Rêjeya bêkarên ku temenên wan di navbera 15-24an de ne, li gorî sala 2021an îsal 3,2 pûan kêm bûye û bûye ji sedî 19,4.
Rêjeya bêkariyê li Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê zêde ye
Rêjeya bêkariyê herî zêde li Wan, Mûş, Bedlîs û Colemêrgê bilind e ku ji sedî 19,2 ye. Herî kêm jî li Kastamonû, Çankiri û Sînopê ye ku rêjeya wê ji sedî 6,2 ye.
Dîsa rêjeya kesên ku kar dikin herî zêde li Tekîrdag, Edîrne û Kirklareliyê ye. Rêje li vê herêmê ji sedî 54,1 e.
Rêjeya kesên ku kar dikin herî kêm jî li Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê ye. Rêje li vê herêmê ji sedî 41,5 e. (HA/FD)