Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Statîstîkan ya Tirkiyeyê(TUIK) rêjeya bêkariyê eşkere kiriye. Li Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de 266 kesên 15 salî an jî ji 15 saliyê mezintir bêkar bûne û jimara bêkaran bûye 3 milyon û 670 hezar.
Jimara bêkarên ciwan 0,2 pûanan bilind bûye û bûye ji sedî 20,8.
Di meha Tîrmehê de rêjeya wan kesên bêsîgorte kar dikin ji sedî 1,1 zêde bûye û bûye ji sedî 34.
Li gor daneyên Wezareta Xezîne û Maliyeyê rêjeya karê dewletê sala 2018ê li gor 2017ê ji sedî 20,2 bilind bûye û bûye 4 milyon û 296. Lê digel bilindbûna vê rêjeyê jî rêjeya bêkariyê li şûna kêm bibe bilind bûye.
(HK/MB)
Wêne: bianet, Haluk Kalafat