Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ofîsa Saziyên Demokratîk û ya Mafên Mirovan a Rêxistina Ewlehiyê û Hevkariyê ya Ewropayê (REHE) derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê yên li Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kiriye.
Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku, heyeta ku ji pisporên ku endamên RHEEyê ne û 28 çavdêrên demdirêj û ekîba çavdêran a ji 350 kesan pêk tê wê li Tirkiyeyê çavdêriyê li hilbijartinan bikin.
Rêxistinê her weha diyar kiriye ku heyet piştî vexwendina ji hêla hikûmeta Tirkiyeyê wê biçin vî welatî.
Pêvajoya referandûmê rexne kiribûn
REHE û Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê par referandûma 16ê Nîsanê şopandibûn û bi gotina ku referandûm “ne di nava şert û mercên wekhev de” çêbûye rexne kiribûn.
Gumana heyeta çavdêriyê ya navnetewî li ser wî tiştî hebû ku dengdayîn ne li gorî standartên yasayî çêbûye û ji bo biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ya pûsûlayên bêmohr diyar kiribûn ku ewlehiyeke girîng ji bo holê rakiriye.
Weke referandûma 16ê Nîsanê wê hilbijartina 24ê Hezîranê jî di bin rewşa awarte de çêbibe. (PT/FD)