Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ûkraynayê li çar herêman di 23ê Îlonê de referanduma ku niştecih wê bixwazin xaka wan bibe beşek ji Rûsyayê yan na, dest pê kiribû. Referandûm duh (27ê Îlonê) bidawî bûne.
Referandûm li herêmên Donetsk, Lûhansk, Herson û Zaporijyayê pêk hatine.
Komara Gelî ya Lûhanskê û ya Donetskê li herêma Donbasê ne ku Donbas li rojhilatê Ûkraynayê ye. Rûsya van herêmên otonom nas dike. Li Lûhanskê ji sedî 100ê dengan, li Donetskê jî ji sedî 56,85ê dengan hatine jimartin.
Li gorî encaman, li Lûhanskê ji sedî 98,42yê beşdaran, li Donetskê jî ji sedî 94,75ê beşdaran qebûl kiriye ku bibin beşek ji Rûsyayê.
Herêmeke din a ku referandûm lê çêbûye Herson e. Piştî ku Rûsyayê di 24ê Sibata 2022yê de dest bi dagirkirina Rûsyayê kir, artêşa Rûsyayê Herson kontrol kiribû. Di referandûmê de ji sedî 87,05ê beşdaran qebûl kiriye ku bibin beşek ji Rûsyayê.
Herêmeke din jî Zaporijya bû. Santrala Nûkleerî ya herî mezin a Ewropayê li vê herêmê ye. Beşek jê di bin kontrola Rûsyayê de ye. Di encama referandûmê de ji sedî 93,11ê beşdaran qebûl kiriye ku bibin beşek ji Rûsyayê.
BM: Referandûm ne qanûnî ne
Piştî ku encamên referandamûn diyar bûne, Alîkara Sekreterê Giştî ya ji Karûbarên Avakirina Aştiyê û Siyasî Berpirsiyar a Neteweyên Yekgirtî (NY), Rosemary DiCarlo, derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye.
DiCarloyê gotiye ku referandûmên pêk hatine, “ne îfadeyeke rastîn a îradeya gelî” ye yan ji li gorî hiqûqa navnetewî “ne yasayî ye”.
Beriya ku referandûm pên, Yekîtiya Ewropayê û DYAyê jî aşkere kiribûn ku ew ê encaman qebûl nekin. Her weha Wezareta Karûbarên Derve ya Îsraîlê û Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglûyî bi daxuyaniyêk cida diyar kirine ku ew ê encaman nas nekin.
Li gorî nûçeya Euronewsê, Serbalyozê Çînê yê li NYyê Zhang Juni di civîna Desteya Ewlehiyê ya NYyê de duh axiviye û gotiye ku “Bila rêzê ji serweriya welatan û yekîtiya xakan re nîşan bidin.”
Serokdewletê Rûsyayê, Vladimîr Pûtînî gotibû ku ew ê piştgiriya encaman bikin. (SD/FD)