Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Qeymiqamiya Akorenê ya Konyayê di 5ê Çiriya Pêşiyê de bi sebeba Burak Ozgûner neçûye eskeriyê 1486 TL(Lîreyên Tirkan) ceza da wî.
Ozgûnelî ceza bi xala 86/2 ya Qanûna Leşkeriyê ya 111. stand. Ji bo Azgûnerî hatiye gotin ku heke ew di dema xwe de bigihe lîwaya leşkerî ew ê nîvê cezayê xwe bide.
Ozgûnerî eşkere kir ku wî ji Wezareta Parastinê re daye zanîn, di sala 2015ê de li navçeya Qilaban ya Şirnexê hêstir hatin kuştin lê ji bo vê yekê lêpirsîn nehat vekirin li ser wê yekê ew bûye Redkarê Wijdanî*.
*Redkarê Wijdanî ew kes e ku ji ber wijdana wî/wê qebûl nake leşkerbûnê red dike.
Bûrak Ozgûnerî ji bianetê re got wî gelek caran cezayê îdarî daye. Wî da zanîn ku bûrokrasî gellek hêdî dimeşe lê ji bo leşkeriyê ew gellek bilez e.
“ez difikirim ku bi imtiyaz hiqûq li dijî min tê bikarhînan.”(EKN/MB)