Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar nûçeya bianetê ya “ji sûcê heqareta li serokkomarî beraet kir” gilî kir. Serdadgeriya Dadgeha Sûlh û Cezayî ya 9. a Stenbolê nûçe asteng kir.
Ji bilî ku nûçeya bianetê hat astengkirin, nûçeya wan organên dî yên medyayê ku wek çavkanî bianet nîşan dane jî hat astengkirin.
Parêzerê Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar ê Ahmet Ozel gilî daye dadgehê.
Nûçeya bianetê, Ayça Soylemezê bi sernivîsa “ji slogana diz û qatilê Erdogan re beraet hat dayin” nivîsîbû.
46 lînk hatin astengkirin
Dadgerê Dadgeha Sûlh û Cezayî ya 9. a Stenbolê, Mustafa Çakarî biryara astengkirina 46 lînkên nûçeyan daye.
Ji bilî bianetê ji ber “heqareta li serokkomarî” van malperan jî ceza xwar:
Oda TV, Türk Solu, Haber Sol, Yarın Haber, BirGün, Cumhuriyet, Diken, İleri Haber, Gerçek Gündem, Sözcü, Çağdaş Ses, Evrensel, Halk Haber, Mynet, T24.
Dadgehê biryar daye ku “kesayet û karê wî kesê daxwaz kirî hatiye sivikkirin” ji ber wê yekê nûçe hatine astengkirin.(AS/MB)