Jî bo nûçeya Tîrkî bitikîne
Fîdel Castro dî 90 salîya xwe de wefat kîr.
Serookê Dewleta Kubayê Raul Castro ku birayê Fidel Castro ye, duh agahiya mirina wî wiha daxuyand “Fermandarê Şoreşa Kubayê Fidel Castro wefat kir” û axavtina xwe wiha bi dawî kir: “Her bijî serkeftina me.”
Cuban president Fidel Castro has died. He was 90. pic.twitter.com/CzbLdWUJ4S
— Zaid Benjamin (@zaidbenjamin) 26 Kasım 2016
Cenazeyê Castro li ser wesiyeta wî dê îro bibin krematoryûmê (firûna ku lê cenazeyên mirovan tê şewitandin) û bişewitînin.
Merasîma cenazeyê wî di 4ê Kanûnê de ye.
Fidel Castro herî dawî di 13ê Tebaxê de di 90. pirozkirina rojbûna xwe de derketibû pêşberî kamerayan û bangî gel kiribû.
“Îdealên Komunîstên Kubayî”
Fidel Castro beriya wê de di meha Avrêla borî li konreya Partiya Komunîst de jî axivî bû û wiha gotibû:
“Wê temenê emrê min demeke şûnde bibe 90. Ez ê jî weke rêber û serokên din bimirim. Lêbelê îdealên komunîstên li Kubayê wê hertim feyde bi de vê dinyayê û mirovahiyê. Divê em şerên xwe yê ji bo van îdealan bidomînin.”
(AS/YO)