Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Malbatên girtîyên li Girtîgeha Îmraliyê, çûne serdana rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê), Hamili Yıldırım, Ömer Hayri Konar û Veysi Aktaşî. Birayê Abdullah Ocalanî, Mehmet Ocalan çûye serdana wî.
Bûroya Hiqûqê ya Asrînê li ser hesabê xwe yê Twitterê daye zanîn ku malbatên girtîyan û girtîyan hevdu dîtine. Girtîyên navborî mûwekîlên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê ne.
İmralı adasında bulunan müvekkillerimiz Sn.Abdullah Öcalan, Sn.Ömer Hayri Konar, Sn.Hamili Yıldırım ve Sn.Veysi Aktaş’ın aileleri bugün aile görüşü kapsamında müvekkillerimizle görüşme gerçekleştirmişlerdir.
— Asrın Hukuk Bürosu (@asrinhukuku) August 12, 2019
Kamuoyunun bilgisine sunarız...
ABûroya hiqûqê agahîyên berfireh li ser hevdîtinê nedane. Bi tenê agahîya hevdîtinê hatiye belavkirin.
Bûroyê 7ê Tebaxê jî dabû zanîn ku mûvekilên wan û malbatên mûvekilan hevdû li Girtîgeha Îmraliyê dîtine.
Qedexeya hevdîtinê 27ê Tîrmeha 2011ê ji bo Abdullah Ocalanî qedexeya hevdîtinê dest pê kiribû Piştî heşet salan parêzerên Ocalanî, 22yê Gulanê li girtîgehê ew dîtibû. |
(EMK/MB)