Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Rêxistina Çavdêriya Çafên Mirovan (Human Rights Watch) daxuyand ku di encama êrişa Tirkiyeyê de li Cerablusê 6 jê zarok 24 sivîl hatin qetilkirin.
2 welatiyên herêmê bûyer vegotin
2 welatiyên herêmê derbarê bûyerê de van agahiyan dan:
“Her du welatiyên li herêmê ji Navenda Çavdêriyê re ragihandin k udi 28ê Tebaxê de balafirên artêşa tirk li dijî hêzên HSDê bombebaranê pêk aniye cihê ku balafiran bombe kir jî nêzî 50 welatiyên sivîl ku ji şer revîbûn û xwe sipartibûn hêzên HSDê jî li wir bûn. Piştî bombebarandinê ji bejahiyê jî topbaran hatiye kirin.
“Her du welatiyan navên 13 xizmên xwe yên k udi encama wê êrişê de hatine qetilkirin ji navenda çavdêriyê re ragihandin. Kesekî bi navê Mihemmed Osman jî di hesabê xwe yê Facebookê de navên 6 jê zaropk 6 jî jin navên 24 kesên k udi encama êrişa artêşa tirk de hatine qetilkirin, diyar kirin.
AAyê gotibû 25 terorîst
Di 24ê Tebaxê de TSK û OSOyê di bina navê operasyona li dijî DAIŞê de êrişî hêzên kurd (HSD-YPG) kiribûn û li axa Sûriyê operasyon dabûn destpêkirin.
Cerablus ku destê DAIŞê de bû ket destê OSO û TSKê û ew hêzana piştre ber bi başûrê bajêrve pêş de çûn û êrişî hêzên kurd kirin.
AAyê di 28ê Tebaxê de bi nûçeyeke ragihand ku TSKê li Cerablusê li dijî komeke çekdar êriş pêk aniye. AAyê di nûçeyê de gotibû ku “25 terorîst hatine kuştin.”
(NV/YO)