Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li siet 22:00ê şeva dî li Balafirgeha Atatûrkî, êrîşeka çekdarî hat kirin, ya kêm 36 kes mirin.
Rayedarên gelek welatan bûyer şermezar kir. Balafirgeha Birûkselê ya ku 22yê Adarê êrîşeka terorî lê hatibû kirin jî daxuyanîyek belav kir.
NATO
Sekreterê giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg li ser navê NATOyê got:
‘’ Ez êrîşa hovane ya li Balafirgeha Atatûrkî şermezar dikim. Ez di xemgînîya digel malbatên mexdûran, birîndaran û gelê Tirkiyeyê de me.
‘’ Ti îzahên terorê nînin. Hevpeymanên NATOyê ji bo têkoşîna li dijî hemî cureyên terorîzmê hev digirin.’’
Angela Merkela serokwezîra Almanyayê
Angela Merkelê ji bajarê Birûkselê got:
‘’ Ez dixwazim ji vê dere dîyar bikim ku em ji bo têkoşîna li dijî terorê digel Tirkiyeyê ne.’’
Sekreterê giştî yê NYyê
Sekretere giştî yê NYyê dîyar kiriye ku ew êrîşê şermezar dike hestên wî yên germ digel hikûmet û gelê Tirkiyeyê ye.
Serokwezîrê Belçîkayê, Charles Michel
Serokwezîrê Belçîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsîye:
‘’ Em di xema mexdûrên Balafirgeha Stenbolê de ne. Em vê êrîşa hovane şermezar dikin.’’
Hilary Clinton û Donald Trump
Berbijarê serokatiya Amerîkayê Hilary Clintonê gotiye:
‘’Vê êrîşa li Stenbolê nîşanî me kir ku divê em ji bo şikandina cîhadîstên radîkal û terorîzma li hemî derên dinyayê rijdtir bin.’’
Donald Trumpî jî gotiye:
‘’Dijminên me hov û çavsor in. Ew ê ji bo kuştina wan kesên ne di rêya wan de ne her tiştî bikin.’’
Serokê Kanadayê Justin Trudeau
‘’Kanada êrîşa şeva dî li Tirkiyeyê hatî kirin şermezar dike. Ez şirîkê xemên mexdûran im û eşkere dikim ku em ê digel hevpeymanên xwe li dijî terorîzmê bin. (ÇT/MB)