Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li ser krîza li Sûriyeyê li bajarê Sûçiyê yê Rûsyayê, serokê Rûsyayê Viladîmîr Pûtîn, serokkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî civîyan. Hersê rayedaran “yekparçetîya Sûriyeyê” xwest.
Bixwîne - Hêzên Sûriya Demokratîk: Operasyona Reqayê destpê kir
Erdoganî da zanîn ku divê ji bo çareseriya kêşeyan û çareseriya krîza li Sûriyeyê çareseriyên bi rêya siyasî bêne dîtin.
Di daxuyaniya hevpar de hat eşkere kirin ku divê di demekê nêzîk de hikûmeta Sûriyeyê jî beşdarî civînan bibe.
Hat eşkerekirin divê di 11 mehên agirbesta di 26ê Kanûna Pêşiyê de hatî îlankirin de rêxistinên terorî bêne tinekirin.(PT/MB)
Çavkanî: DHA, Sputnik, BBC, Guardian