Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi ser navê "Konsera Gel" konserek organîze dike ku koma navdar Rastak û koma Hevra dê bi hev re derkevin ser dikê.
Koma Hevrayê jî van salên dawî li nav ciwanan derketiye pêş û gelek hezkiriyên komê hene.
Konser wê di 27ê Îlonê saet 19.00an de li Meydana Bajêr(Kent Meydanı) ya Wanê li dar bikeve.
Rastak di sala 1997ê de navê xwe di nava cîhana muzîkê de belav kir. Kom bi Kurdî, Farsî, Erebi, Tirkî û zimanên din ên li Îranê tên axavtin muzîkê çêdike. Komê heta niha albumên bi navê Rangvarehaye Kohan (2007), Hameye Aghvame Man (2010), Sornaye Norouz (2013) û Miane Khorshidhaye Hamisheh derxistiye. Her wiha li îran, İngiltere, Avûstirya, Almanya, Fransa, İtalya, İspanya, Hollanda, Swêd, DYA, Kanada, Avûstralya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Gurcistan, Belçîka, Ûman, Rûsyaya Spî û Îmaratê konsert dane.
Rastak di sala 2014ê de li Amedê li gel hunermenda Kurd a Xorasanî Yelda Abbasiyê jî konsertek dabû ku program ji hêla Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê hatibû organîzekirin.
Kom ji van kesan pêk tê: Sîroos Sepehrî (Serokê Komê, tar), Farzad Moradî (Vokalist, Dotar, Setar, Qopuz), Behzad Moradî (Vokalist, Daf û ensturamantên perkusyonê yên din), Akbar Esmaeîlîpoûr (Tar û Oud), Yavar Ahmadîfar (Daf û enstrumantên perkusyonê yên din), Saba Jamalî (Qanoon), Omîd Mostafavî (Tombak û enstrumantên perkusyonê yên din), Dîna Doostî (Kamancheh, Qeychak), Farzad Khorshîdsavar (Daf enstrumantên perkusyonê yên din), Hamed Boland Hemmat (Ney Anbun, Sorna) û Sepehr Saadatî (Du bas)
Rastakê sala borî li bajarê Stenbolê jî konsertek dabû.
(AY)