Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor, bertek nîşanî operasyonên berfireh ên polîsan da ku li dijî rêxistinên LGBTÎ+, aktivîst û cihên ku LGBTÎ+ diçinê hatine kirin. Amor ev geşedan wekî “zêdebûna metirsîdar a zextan” pênase kir.
Sánchez Amor di daxuyaniya li ser hesaba xwe ya medyaya civakî de, operasyon ne tenê di çarçoveya desteserkirin û lêpirsînan de, him di çarçoveya ferzkirina hişmendiyeke diyarkirî ya exlaqî ji bo civakê ji aliyê hikûmetê ve de û him jî di çarçoveya berpirsiyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê yên mafên mirovan de jî nirxandin.
Daxuyaniya Raportorê Tirkiyeyê yê PEyê wiha ye:
“Pêla berfireh a desteserkirin û bi ser de girtinan a şeva borî ya li dijî aktivîstên LGBTÎ+yan, zêdebûna metirsîdar a zextan e li Tirkiyeyê. Ferzkirina hişmendiyeke dîyarkirî û weke exlaqî nîşandana vê binpêkirineke eşkere ya mafên bingehîn û berpirsiyariyên navneteweyî yên Tirkiyeyê ye û welat dixe rêyeke tarî.”
Rexneyên Parlamentoya Ewropayê yên li ser mijara mafên bingehîn û dewleta hiqûqê yên li dijî Tirkiyeyê berdewam dikin û daxuyanî jî di vê qonaxê de hat. Her çiqas danûstandinên endametiya Yekîtiya Ewropayê yên Tirkiyeyê ji mêj ve bi awayekî pratîkî hatibin rawestandin jî, PE bi riya Raportorê Tirkiyeyê şopandina geşedanên li ser pîvanên mafên mirovan û yên demokratîk ên li Tirkiyeyê berdewam dike.

Polîsan bi ser Kaos GLyê de girt: Polîs ketin komeleyê, rêveber hatin desteserkirin
Rêvebirên Kaos GLyê hatin desteserkirin
Li Enqereyê di operasyona polîsan a li dijî Komeleya Kaos GLyê de rêveberî û endamên desteya rêveberiyê hatin desteserkirin. Her weha li ofîsa komeleyê lêgerîn hate kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê aşkere kir ku lêpirsîn bi tohmeta "mustehceniyê" û di çarçoveya Qanûna Komeleyan de tê meşandin.
Hevdemî operasyonan, ji bilî Kaos GL’yê, gihiştina malperên înternetê û hesabên medyaya civakî yên gelek rêxistinên LGBTÎ+yan, aktîvîst û parêzvanên mafan hate astengkirin.
Derbarê 162 kesan, 9 komele û 13 cihên kar de lêpirsîn hat dest pê kirin
Wezîrê Dadê Akın Gurlek di daxuyaniya xwe ya 13ê Îlonê de diyar kiribû ku di operasyonên bi koordînasyona serdozgeriyên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Aydin û Mêrsînê hatine kirin de, derbarê 162 kesan, 9 komele û 13 cihên kar de lêpirsîn hatiye dest pê kirin.
Hate aşkerekirin ku lêpirsîn 15 bajaran li xwe digire.
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Kaos GLyê de 21 kes hatibûn desteserkirin. Karûbarên îfadeyê yên wan kesan berdewam dikin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdîaya ku di malpera înternetê û hin hesabên medyaya civakî yên Kaos GLyê de naverokên "mistehcen" hene ku zarok jî dibîne, lêpirsîn dabû destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de ji bo 26 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn. Ji 25 kesan jê 21 kes hatin desteserkirin û ji bo zeftkirina pênc kesên din jî xebat hatin destpêkirin.

Di operasyonên li dijî LGBTÎ+yan de li Îzmîrê 16 kes hatin girtin
Astengkirin
Rojek beriya operasyonê, di 46emîn salvegera derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de, ji bo gelek malperên înternetê û hesabên medyaya civakî yên rêxistin û aktîvîstên LGBTÎ+yan biryara astengkirina gihiştinê hate danîn.
Bi biryara 7emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Stenbolê ya di 12ê Îlona 2026an de û bi jimara 2026/9559an; malperên înternetê yên Komeleya Kaos GL, Komeleya 17ê Gulanê, malpera nûçeyan a UniKuirê, Komeleya Pembe Hayat, SPoD, Komeleya Genç LGBTÎ+, Lambdaistanbul û Komeleya Muamma LGBTÎ+ û her wiha Velvele.net hatin astengkirin.
Li gorî agahiyên ku Komeleya Azadiya Derbirînê (ÎFOD) ragihandine, hesabên medyaya civakî yên rojnamevan û Rêvebera Weşana Giştî ya Kaos GLyê Yıldız Tar, parêzer û mafparêz Levent Pişkin, lîstikvan û aktîvîsta mafên transan Seyhan Arman, lîstikvana şanoyê û aktîvîsta LGBTÎ+ Zeynep Esmeray Ozadikti û parêzvanê mafên ciwanan û LGBTÎ+ Enes Hocaogullari jî hatin astengkirin.
Platforma Xê biryarên dadgehê yên astengkirinê pêk anî û hesab ji bo bikarhênerên li Tirkiyeyê girtin. Instagramê hê biryar cîbicî nekiriye.
Di nava hesabên Xê yên ku li Tirkiyeyê hatine astengkirin de hesabê Levent Pişkin, Seyhan Arman, Zeynep Esmeray Özadikti, Yasemin Oz, Kulûba Xebatên LGBTÎA+ ya Zanîngeha Bogaziçiyê, Komeleya Perwerdehî, Dermankirin û Lêkolînên Zayendî (CETAD), Komeleya Ozgur Renkler, Queer Adana, civata xwendekaran a fermî ya LGBTQIA+ ya Zanîngeha Bilkentê, Velvele, İnter Dayanışma, Komeleya Têkoşîna li Dijî Tundiya Zayendî û Hesabên Hefteya Rûmetê ya LGBTÎ+yan ya Îzmîrê hene.
Hesabên ku biryara astengkirinê ji bo wan hatiye danîn lê hêj ji aliyê Instagramê ve li Tirkiyeyê cîbicî nebûye ev in: Yildiz Tar, Derneya 17ê Gulanê, Seyhan Arman, SPoD, Derneya Pembe Hayat, Kulûba LGBTÎA+ ya Zanîngeha Bogaziçiyê, Lêkolînên Hacettepe Kuir, Enes Hocaogulları, Komeleya HEVÎ LGBTÎ+ û ÎU Radar.
(AEK/AY)
