Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê (PE) Nacho Sánchez Amor jî bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind da.
3êmîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Destûra Bîngehîn ya derbarê Can Atalayî de pekneanî û giliyê endamên ku serlêdana Can Atalayî erênî nirxandibû kir.
Amor, têkildarî biryara Dadgeha Bilind li ser hesabê xwe yê Xê daxuyanî da û got: "Surreal e ku Dadgeha Bilind guh nade biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê Can Atalayî de û giliyê endamên Dadgeha Destûra Bingehîn dike."
"Ev rewş rê li ber krîzeke sazûmanî vedike ku heta niha nehatiye jiyîn û hemû fikarên li ser daraza Tirkiyeyê yên ku bi salan e ji aliyê Konseya Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê ve tên vegotin, piştrast dike."
(NT/AY)