Fotograf: Şirnex (bianet / Arşîv
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi daxuyaniyekê aşkere kiriye ku di 15 salan de ji ber wesayitên zirxkirî 21 jê zarok, 44 kes mirine.
Di nava van wesayitan de ew wesayît jî hene ku leşker û polîs diajon.
Di raporê de behsa Erdem Aşkanê 5 salî hatiye kirin ku di 7ê Hezîranê de li Geverê, navçeya Colemêrgê, wesayiteke ku çawişekî pispor diajot, lê qelibiye. Aşkan miribû.
ÎHDyê bal kişandiye li ser rapora xwe ya bi navê “Lêkolîna binpêkirina mafên jiyanê yên di encama ku wesayitên zirxkirî li bin guhê wan ketiye” û gotiye ku bi bûyerên nû yên mirin û birîndarbûnê re, ev rapor hatiye nûkirin.
ÎHDyê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku di van bûyeran de 23 jê zarok bi giştî 94 welatî jî birîndar bûne.
Saziyê di rapora xwe de destnîşan kiriye û gotiye, ji ber pirsgirêka kurdan çareser nabe, mirinên bi vî rengî pêk tên. (AEK/FD)