Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rapora Şopandina Li Mayinan a Navnetewî ya 2018ê (MONITOR 2018) wê 20ê Çiriya Paşiyê (sibê) li Cenêvê, li avahiya Neteweyên Yekgirtî bi civînekê bê aşkerekirin.
Rapora MONITOR 2018ê, di heman rojê de wê ji hêla Hewldana Tirkiyeyeke Bê Mayin, Şaxê Stenbolê yê Odeya Doktoran, Şaxê Stenbolê yê Odeya Endezyarên Çandiniyê, Komeleya Kêmendaman a Tirkiyeyê, Şaxê Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan û Înîsiyatîfa Mafan a Stenbolê ve bê aşkerekirin.
Civîn sibê wê saet 13.00ê li Taxim Hill Otelê ya li qada Taksîma Stenbolê çêbibe.
Li Tirkiyeyê zêdetirî milyonekê mayin hene
Tirkiyeyê sala 2004ê Peymana Qedexeya Mayinan îmze kiriye. Li gorî peymanê diviyabû ku Tirkiye di nava 10 salan de hemû mayînên bejayî tune bike, lê hîna ev pêk neaniye.
Tirkiyeyê ev soza xwe sala 2014ê dubare kiriye û gotiye, “Heta 2022yê ew ê hemû mayinên bejayî paqij bike.”
Li gorî hejmarên Hewldana Tirkiyeke Bê Mayin, li Tirkiyeyê 839 hezar mayinên bejayî yên anti-personel, 164 hezar û 797 mayinên antî-tankan, bi giştî yek milyon û 101 hezar û 389 mayin hene. Hejmara teqemeniyan bermahiyên şerî nayên zanîn.
Mayin li bajarên weke Agirî, Ardahan, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îdir, Qers, Mêrdîn, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê hene.
Hejmara qadên mayinkirî 214 milyon û 732 hezar û 307 metrekare ye.
Li Tirkiyeyê zêdetirî 10 hezar kes mexdûrên mayinên bejayî ne. (AS/FD)