Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Parastinê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê raporek amade kiriye.
Li gor raporê “bi vegera leşkerên ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê ya leşkerên Amerîkayê û operasyona Tirkiyeyê DAIŞê xwe dîsa bi rê xistiye.”
“Hewceyî wextî ye...”
Li gor nûçeyeka BBCyê ji AFPyê ragihandî di raporê de hatiye eşkerekirin ku “çêdibe DAIŞ ji rojavayê ve dest bi opersyonekê bike.”
Pentagonê şiyar kiriye ku 19 rê û rêbazên belavbûnê yên DAIŞê hene û hewceyî wextî ye ku xwe bi rê bixe.”
Serokê DYAyê Donald Trumpî pêşiyê biryar dabû ku leşkerên Amerîkayê dê ji Rojavayê biçin. Paşê Trumpî ragihandibû ku ji bo parastine bîrên petrolê hin hêzên Amerîkayê dê li Rojavayê bimînin.
(TP/MB)