Komîseriya Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) piştî ragihandina agirbestê li bajarê Siwêdayê ku piraniya niştecihên wê Durzî nin raporek li ser rewşa mirovî ya li herêmê weşand.
UNHCRê amaje bi daneyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) kir ku û bi bîr xist ku ji 13ê Tîrmehê vir ve sivîl jî di nav de herî kêm 1120 kes mirine.
UNHCRê di raporê de li ser rewşa heyî agahdariya jêrîn parve kir:
"Qutbûna elektrîkê, înternet û girêdanên mobîl û astengiyên cidî yên peydakirina avê û xizmetên tenduristiyê pirsgirêkên bingehîn in û ev rewşa didome. Girtina bazar û cihê bazaran, zirar dayîna dikanan û talankirina wan, di serî de xurak gihîştina pêdiviyên bingehîn asteng dike û bêewlehiya xurakê hîn bêtir kûr dike."

Dİ 8 ROJAN DE HERÎ KÊM 1120 KES MİRİN
SOHR: Li Siwêdayê agirbest ket meriyetê
"Karmend û melzemeyên bijîşkî têrê nakin"
Di raporê de hat destnîşankirin ku Nexweşxaneya Neteweyî ya Siwêdayê tijî ye, kêmasiya personel û pêdiviyên bijîşkî hene, û her weha av, elektrîk û sotemenî ji bo jeneratoran nayê peydakirin.
Hate diyarkirin ku ji ber qerebalixiya nexweşan korîdorên nexweşxaneyê tijî bûne, morg ji kapasîteya xwe zêdetir bûye û bi sedan cenaze, di nav de jin, zarok û kal û pîr jî hene, li wir tên ragirtin.

*Dermanxaneyek di dema pevçûnên li bajarê Suweydayê de zirar dîtiye, 16ê Tîrmeha 2025an. (Fotograf: AA)
Herî kêm 92 hezar û 600 kes ji cih û warên xwe bûn
UNHCRê destnîşankirina ku mirov bi hêviya gihîştina cihê ewletir ango şert û mercên jiyanê yên çêtir bi berdewamî cih diguherin. UNHCRê ragihand ku heta 20ê Tîrmehê, herî kêm 92 hezar 600 kes ji cih û warên xwe bûne: Ji wan 51 hezar 300 li nava Siwêdayê, 40 hezar 350 kes ji Siwêdayê ber bi Derayê û 950 kes jî koçberî bejahiya Şamê bûne.

*Nexşeya ku herikîna koçberiyê li başûrê Sûriyeyê piştî pevçûnên ku navenda wan li Siwêdayê bûn nîşan dide. (Çavkanî: UNHCR)
UNHCRyê ragihand ku Heyva Sor a Ereb ya Sûriyeyê, bi hevrêziya rayedaran, dest bi derxistina malbatên bedewî ji Siwêydayê ber bi Derayê bi rêya korîdorên ewle kiriye.
UNHCRê her wiha ragihand ku navenda civakî ya li Siwêdayê ji ber pevçûnan zirareke piçûk dîtiye û hatiye talankirin, ji ber vê yekê hemû çalakî demkî hatine rawestandin. Tîmên meydanî jî bi hevrêziya rêxistinên mirovî û rayedarên fermî çalakiyên xwe yên çavdêriyê didomînin.

(VC/AY)
