Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê derbarê girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkanî de rapora "nikare li girtîgehê bimîne" daye.
Ozkanê 84 salî 27 sal in girtiye û nexweşiyên giran ên weke dil, alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr, û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hefteya borî ji ber rewşa wî giran bûbû xwestine ku wî rakin nexweşxaneyê. Lê ji ber ku nayê berdan nexwest biçe nexweşxaneyê. Piştî hevdîtina rêveberiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê û parêzeran a pê re Ozkan qebûl kiriye ku wî rakin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde yê Gazî Yaşargîlê. Piştî kontrolên cûrbicûr nexweşxanyê careke din rapora ku nikare li girtîgehê bimîne daye Ozkanî.
Nexweşxaneyê di rapora xwe de bal kişandiye ser nexweşiya demansê ya Ozkanî û destnîşan kiriye ku Ozkan nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe cîbicî bike û biçe daşirê û tişt ji bîra wî diçe.
Di raporê de hatiye diyarkirin ku nexweşiya dil, hîpertîroîdî, hîpertansiyon, koroner arter (KAH) û gurçikan bi Ozkan re heye. Her wiha di raporê de hat desntîşankirin ku Ozkan timik nexweş e û pêwîst dike cezayê wî heta salekê bê taloqkirin.
Di rapora heyeta nexweşxaneyê de hatiye gotin ku ji ber “nexweşiyên wî yên domdar hene û demans pê re ye” divê cezayê Ozkanî bê taloqkirin. Her weha di raporê de hatiye diyarkirin ku Ozkanî dema bi vê rewşê di girtîgehê de bimine wê xeterî li ser jiyana wî çêbe.
Piştî vê raporê Ozkan hefteya borî sewqî Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Stenbolê hatiye kirin û piştî karên xwe yên li vir careke din ew birine Girtîgeha Tîpa D ya Amedê.
ATKê jî rapora xwe ya derbarê Ozkanî de hê temam nekiriye.
Çi bûbû?
Ozkanê 84 salî 27 sal in girtî ye.
Bixwîne - "Ji bo Mehmet Emîn Ozkanî sibe wê dereng be"
Heta niha pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.
Digel ku berê rapor dabûnê û gotibûn nikare li girtîgehê bimîne, ew nehatiye tehliyekirin. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê di asteke xeter de ye, ji bo wî tehliye bikin, hewl didin raporên nû ji wî re bistînin.
Bixwîne - "Mafê jiyanê yê Mehmet Emîn Ozkanî binpê dikin"
Herî dawî vîdeoyek hatibû weşandin ku tê Mehmet Emîn Ozkan hebû û leşkeran ew dibirin nexweşxaneyê. Di vê vîdeoyê de jî hate dîtin ku Ozkan nikare bimeşe û nexweşê giran e. Digel vê rewşê kelemçeya destê wî dernexistine û Saziya Tipa Edlî gotiye ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan de heye girtî ye. Lê piştî 20 salan ji qetlîamê dozgeriyê gotiye ku albayê teqawidbûyî Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê Amedê persiyarê qetlîamê ye.
Li Liceyê, navçeya Amedê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû.
Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine.
Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine.
Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.”
Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin. (AS/AY)