Ji bo nûçeya tirkî / îngilizî bitikîne
Doç. Dr. Ûlaş Karan li Navenda Lêkolîn û Pêkanîna Hiqûqa Mafên Mirovan a Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê perwerdekar û lêkolîner e. Karanî têkildarî Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê yên Weqfa Ragihandinê ya IPS/bianetê weşandiye, raporek nirxandinê bi sernavê "Nêrînek li 20 Salên Azadiya Medyayê 2001 - 2021" bi piştgiriya Etkînîzê nivîsiye.
Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê (MGR) balê dikişîne ser destwerdanên li dijî dezgehên çapemeniyê û rojnamegeran. Ji sala 2001ê û vir ve her sê mehan carekê û salane ji aliyê Erol Onderoglûyî ve tê weşandin.
Karan di rapora nirxandinê de di çarçoveya Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê de li Tirkiyeyê di 20 salên dawî de li gorî rojnamegeran û dezgehên medyayê azadiya derbirînê dinirxîne û her weha bi balkişandina bûyerên curbecur ên bîst salên borî de bi kurtasî nirxandinek dike.
Rapor bi tirkî, îngilîzî û kurdî di weşanê de ye.
Bixwîne-Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê
Sedemên sînordarkirina azadiya derbirînê
Di destpêka lêkolînê de behsa azadiya derbirînê û çarçoveya Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê hatiye kirin û bi aktorên sereke yên bi sînordarkirina azadiya derbirînê ve derketine pêş dewam dike. Di bin sernavê "Mînakên ku di sînordarkirina azadiya derbirînê de derketine holê" behsa sedemên sînordarkirinê yên ku di MGRê de derdikevin pêş hatiye kirin.
Di raporan de sedemên sînordarkirina rojnamegeran yên derketine pêş; “têkoşîna li dijî terorê” ye, hincetên wekî “heqaret”, “tehrîkkirina gel ji bo kîn û dijminatiyê”, “Piçûk Xistina Dezgehên Dewletê ango Dewlet û Gelê Tirk” hene.
Di raporan de tê nîşankirin ku 20 sal nebe jî di 8 salên dawî de, xala 299an a TCKyê ji bo heqareta li serokomarî ye herî zêde li ser azadiyan hatiye bikaranîn
Mijara RTUKê "Midaxeleyên ku bi şêweyê Qedexekirina Weşanan Derketine Holê" bûye û astengkirina weşanê jî weke şêwazekî din ya midaxeleyê tê dîtin. Her wiha di raporê de “Mudaxeleyên ji bo weşanên ku ne bi zimanê tirkî ne” û midaxeleyên din hatine rêzkirin.
Hê jî ji pîvanên hiqûqa navneteweyî dûr e
Karan gotiye, weke ku Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê nîşan daye dezgehên medyayê û rojnameger di nav komên ku herî zêde rastî midaxeleyan têne ye. Tirkiye di warê azadiya derbirînê de hîn ji pîvanên hiqûqa navneteweyî dûr e.
Lêkolîn bi sernavê bîlançoyê bi dawî dibe û têde berhevkirinekê kurt têkildarî qonaxa pêş û paş ya despêkirina BIA MGRyê tê kirin.
Ev rapora nirxandinê ya têkildarî Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê hatiye nivîsandin, “nîşan dide ku binpêkirina rêgezên qanûnî yên di peyman û qanûnên navneteweyî yên ku Tirkiye jî alîgirê wan e, dem bi dem berdewam dike û ji aliyê hejmarî ve zêde bûye. Tirkiye erkên xwe yên qanûnî yên ku ji vê çarçoveya qanûnî derdikevin bi cih nayîne, berevajî vê, bi awayekî sîstematîk azadiya derbirînê ya ku bi peymanên navneteweyî û Destûra Bingehîn tê parastin, bi hemû pîvanan binpê dike.”
Ji raporê
Ji aliyê din ve, eger 20 salên dawî weke qonaxên pênc salî were lêkolînkirin di pênc salên destpêkê de dozên ku di sûcê dijminatî û kîn xistiye nava gel (Xala 216an a TCKyê) de hatiye vekirin derkevin pêş. Di pênc salên duyemîn de bi şêweyekê din di sala 2005 û pê de, sûcê piçûkxistina dezgehên dewletê, dewlet û gelê Tirk(Xala 301an TCKyê) derdikeve pêş.
Di pênc salên sêyemîn de jî beriya sala 2010an destwerdanên li dijî rojnamegeran zêdetir di asta takekesî de pêk dihat, Ji 2010an pê ve rojnameger bi komî dihatin dadkirin.
Di 5 salên dawî de sûcê heqareta li Serokomar wek sûcê herî li pêş xuya dike. Ji aliyekî din ve, dozên tawanên ku ji bo îftirayê hatine vekirin, dozên tazmînatê yên ji bo îftirayê hatine vekirin û dozên tawanên ku li gorî bendên têkildar ên Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê hatine vekirin, wekî diyardeyek ku di bîst salên dawî de nehatiye guhertin, derdikevin pêş.
Her weha di van 5 salên dawî de pêkanînên wekî negirtina reklaman an jî cezayê qutkirina îlanan, betalkirina karta çapemeniyê û birîna cezayên giran ên aborî li ser kanalên radyo û televizyonan ji aliye Saziya Ilan û Çapemeniyê ve mînakên din ên girîng ên destwerdanê ne.”
*Ev nivîs bi piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê û diçarçoveya projeya Etkiniz YEyê de hatiye amadekirin. Bi tenê Weqfa Ragihandinê ya IPSye/bianet ji naverokê berpirsiyar e û bi ti rengî nêrînên YEyê nîşan nade.
(SA/SO/SY)