Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Neteweyên Yekbûyî digel Komeleya Penaber û Koçberan “Rapora hewceyîyên jin û zarokên ji bo demekê li Tirkiyeyê penaber in” amade kiriye.
Lêkolîneran ji bo lêkolînê bi hezar û 291 kesên li Hatay, Edene, Dîlok, Rûha, Stenbol, Konya û Izmîrê re axivîne, pirs ji wan kirine.
Kêşeya zimanî
*Nezanîna zimanê [tirkî] ji bo penaberên jin û zarok hewceyîyên xwe pêk bînin, asteng e. Ji sedî 70yê jinên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê zimanê tirkî nizanin. Mafê wan heye xwe li qursa zimanî qeyd bike.
Avahî
*Ji sedî 36ê jinên bersiva pirsan dayîn diyar kirine ku mala wan di rewşeka xerab an jî rewşeka gelek xerab de ne.
*Zêdetirî ji sedî 16ê jinan diyar kirine ku ew li jêrzemînên welê dijîn ku di sietên rojê de ew qet ronahiya tavê nabînin.
Xwendin
*Ji sedî 37ê kur û ji sedî 27ê keçên di emrê zarokatiyê de dixwînin, yên dî naxvînin.
Kar
*Ji sedî 15ê jinan karên pereyî dikin.
*Ji sedî 32ê jinan bi pereyekê ji 700 lîreyan kêmtir dijîn.
Xizmetên civakî
*Ji sedî 68ê jinan nizanin ku ew dikarin ji bo hiqûqê belaşî bi şêwirmendan re bişêwirin. Ji sedî 59ê wan hay ji piştgiriya pisîkolojîk ya bêpere nîne.
(BK/MB)