Ofîsa Qezayê ya Saziya Hewageriya Sivîl a Îranê raporek weşandiye û ragihandiye ku balafira Ukraynayê ji ber du moşekên TOR-M1î yên kêm menzîl ku pergala parastina hewayî avêt va hat daxistin.
Hat gotin ku komîsyona qezayê ya li gor rê û rêzikên Rêxistina Hewageriya Sivîl a Navneteweyî (ICAO) hatiye kar û xebatên xwe didomîne û di nav ekîba lêkolînê da pisporên ji Ukraynayê jî hene.
Saziya Hewageriya Sivîl a Îranê ragihand ku bi armanca analîzkirina qutiya reş a balafira Ukraynayê ya hat daxistin ji Amerîka û Fransayê amûr hat xwestin.
(MB)
*Çavkanî: Ajansa Anadoluyê