Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Şaban Kaygûsûz dest û linge wî yê rastê nîne, 25 salî ye û li Girtîgeha Tîpa Tya bi Hejmar 2ya Bunyana Qeyseriyê girtîye. Kaygûsûz ji sedî 90 astengdar e, rapora “dikare li girtîgehê bimîne” dane wî.
Kaygûsûz ku di sala 2017an de li Şirnexê di şer de birîndar dibe û tê girtin, çendî destê wî yê rastê û lingekî wî tune bûye jî ew bi birîndarî birine Girtîgeha Sêrtê. Kaygûsûz ku ji sedî 90 astengdar e û niha di Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Bunyan a Kayseriyê ye, ji ber rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" nayê berdan.
Birayê Kaygûsûz, Mûhammed Kaygûsûz daye zanîn ku di 6e Kanûnê de çûye girtîgehê cem birayê xwe û diyar kiriye ku birayê wî gotiye Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Kayseriyê rapora "dikarê di girtîgehê de bimîne" daye wî.
Kaygûsûz aniye ziman ku polîtikayên taybet li ser girtiyan tên meşandin û wiha gotiye: “Birayê min ji sedî 90 astengdar e, dest û lingê wî yê rastê tune ye. Nikare di girtîgehê de bimîne. Me gelek caran jî anî rojevê. Di 2021’ê de dema sirgûnî Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Bunyanê hat kirin û bi gelek zext û tundiyan re rû bi rû ma. Tevî dest û lengekî wî tune ye jî hêjmariya li ser pêyan û lêgerîna tazî li wî ferz kirine. Wî jî ji ber ku ev yek qebûl nekiriye 4 gardiyanan êrişî wî kirine.”
Bixwîne- “Li girtîgehan 73 kes mirine, jê 34 mirina wan biguman in”
“Dest danîne rojnivîska wî ya bi kurdî”
Kaygûsûz di berdewama axaftina xwe de bal kişandiye ser zext û tundiyên li ser girtiyan û ev tişt anîye ziman: "Hefteyê 2 caran diavêjin ser qawîşan û dest datînin ser pirtûkên wan. Birayê min ji ber ku bi kurdî rojnivîsk nivîsîbû dest danîbûn ser rojnivîska wî. Di şexsê birayê min de jî diyar e ku dewlet rastiya kurd û Kurdistanê qebûl nake. Ev êrişeke taybet e. Bi vê yekê dixwazin vîna wan teslîm bigrin. Lê ne hesan e însanên ku ji bo welat û gelê xwe bitêkoşe teslîm bibin. Tevî sermaya Kayseriyê jî germahiya qalorîferan kêm dikin.
Hezar û 605 girtiyên nexweş hene
Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li girtîgehên Tirkiyeyê 604 jê giran, hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Li gorî heman raporê ji destpêka sala 2020an û vir ve herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine ku 7 ji wan piştî cezayê wan hate taloqkirin bi demeke kurt can dane.
(AS/AY)