Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Weqfa Hrant Dînk encamên xebata “Şopandina Gotina Nefterê ya di Medyayê de” aşkere kir ku ji sala 2009ê û vir ve li ser kar dike.
Weqf ji bo pêşand û tespîta gotina nefretê ya li hemberî nasnameyên olî, netewî û etnîkî ya di çapemeniya nivîskî de xebata kontrolkirinê ya medyayê dike. Rapora ku hatiye weşandin nûçeyên di navbera mehên Kanûna Paşîn û Nîsanê de digre nava xwe. Dr. Îdîl Engîndenîz Şahan ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Galatasarayê şêwirmendî ji raporê re kiriye.
Di çar mehan de 1806 gotinên nefterê hatine belavkirin
Li gorî raporê di navbera 4 mehên pêşîn ên sala 2017ê de 1806 gotar û nûçe yên ku komên olî, etnîkî û netewî kirine hedef hatine weşandin.
Encamên rapora navborî di 19ê Hezaranê saet di navbera 18.30-2030 deqîqeyan de li salona Havakê ya Weqfa Hrant Dînkî de bi civînekê were aşkere kirin.
Li gorî raporê di van mehan de herî zêde Ermenî, Sûriyeyî û Cihû rastî gotinên nefretê hatine û Xiristiyan, Yûnanî û Rûm li dû wan tên. Dîsa ji bo kesên ne Misilman, kesên Alman, Îngilîz, Rojavayî, Sirp, Hollandî, Kurd, Rûs, Fransî, Ateîst, Ewropî, Ereb, Bûdîst, Afganî û Iraqî jî di medyayê de gotinên nefretê hatine bilêvkirin.
Di vê demê de herî zêde di gotarên qunciknivîsanda gotinên nefretê hatine bikar anîn. Di medyaya herêmî de ji medyaya netewî bêhtir gotinên nefretê hatine dîtin.
(HK/FD)