Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Têkel a Destûra Bingehîn û Edaletê ya Parlamentoyê rapora xwe ya derbarê Parlamentera Partiya DEmokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, Semra Guzelê de ji Civata Giştî ya Parlamentoyê re şandiye.
Ji bo Semra Guzelê bi tohmeta ku “endama rêxistina çekdar e” du fezleke hatibûn amadekirin û hatibû xwestin ku parêzbendiya wê were rakirin.
Komîsyonê di raporê de nivîsiye ku şahidên nepen tohmetên cidî li Semra Guzelê kirine û parêzbendî ne îmtiyaz e ji bo parlamenteran. Di dewama raporê de hatiye gotin ku divê dadgehên serbixwe û bêalî van îdiayana lêkolîn bikin û ji bo rûmeta Parlamentoyê û parlamenteriyê divê rastiya van derxe holê.
HDP li dijî raporê derketiye
Di raporê de nêrînên HDPyê yên li dijî îdiayan jî hene. HDPyê di raporê de diyar kiriye ku ti sedemek nîne ji bo zû bi zû parêzbendiya Guzelê were rakirin û wiha gotiye:
“Bêyî ku li sedema çûna wê binêrin ji ber fotografê wê bi PKKiyan re heye, kesek bi endamtiya rêxistinê tê tohmetkirin û dixwazin parêzbendiya wê rakin. Ev ne li gorî heqî û edaletê ye.”
Pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?
Rapora navborî dane parlamenteran. Paşê jî wê li Civata Giştî were xwendin û nîqaşkirin. Du parlamenter wê li ser biaxivin ku yek jê wê li dijî raporê be yek jî wê raporê biparêze.
Parlamentera/ê ku fezleke ji bo wî/wê hatiye amadekirin dikare bi xwe li Komîsyona Amadekar, Komîsyona Têkel an jî Civata Giştî xwe biparêze yan jî dikare ji hevalekî/e xwe ya/ê parlamenter bixwaze wê/î biparêze.
Ger kes nexwaze biaxive û parlamenter nexwaze xwe biparêze wê civîn bidawî bibe. Paşê wê parlamenter dengên xwe bidin rapora Komîsyona Têkel.
Ji bo parêzbendî were rakirin, divê 151 parlamenter dengên erê li Civata Giştî bidin.
Çi bûbû?
Volkan Bora, endamê PKKê di sala 2017an de ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkan ve di encama operasyonekî hewayî de hatibû kuştin. Di encama lêkolîna telefona Volkan Borayî de wêneyên Semra Guzelê û Bora yên bi hev re kişandibûn derketibûn. Ev wêne bi raya giştî re hatibû parvekirin.
Dema ew wêne li ser çapemenîya nêzî hikûmetê belav bûbû, Serokê Giştîyê AKPyê û Serokkomar Erdoganî daxûyanîyek dabû. Erdoganî gotibû “Me ev mijar yekser ji Komîsyona Têkel re şand. Çi hewce bike wê bê kirin. Em naxwazin kesên wiha di Meclîsa xwe de bibînin”.
Guzelê jî gotibû ku, Bora “dergistîyê” wê bû ye û ew wêne jî “di Dema Çaresarîyê de hatine kişandin”. Dema ew wêne hatine kişandin ti têkilîyê wê bi partîyên sîyasî re tunebû û ji bo ew wêneyên li ser Bora hatine dîtin, di derheqî wê de ti lêkolin nehatine vekirin. Guzelê berdewam kiribû û gotibû, ew wêneyên ku 5 sal berê hatine ditîn, îro wek “kemînek” ji bo wê tên bikaranîn.
Piştî ev wêne hatin weşandin derbarê Guzelê de ji bo ku parêzbendîya wê bê rakirin, fezleke hatibû amadekirin. Fezleke ji Komîsyona Têkel a Parlamentoyê re hatibû şandin.
Komîsyon di 20ê Kanûna Paşiyê de civîyabû. Lê berî ku Komîsyon bicive Meral Akşenera Seroka Giştîya Îyî Partîyê û Ozgur Ozelê Cihgirê Koma CHPê daxûyanî dabûn û gotibûn ew ê ji bo fezlekeyê denge “Erê” bikarbînin.
Li gor Ajansa Anadoluyê, par li meclisê bi giştî hezar û 336 fezlekeyên parêzbendiyê hebûn. Ev hejmar îsal jî bê navber zêdetir dibe lê ji bo hejmara guncaw heya aniha tu daxuyani ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve nehatiye dayin. Fezleke herî zede derheqê parlamenterên HDPyê û CHPyê de ne. Derheqê parlamenterên AKP û MHPyê de hema bêje qet fezleke nîn in. (TP/FD)