Cîgiriya Serokê Giştî yê Berpirsê Karên Hiqûq û Hilbijartinê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) raporek bi sernavê “Midaxileya Qeyûman a Desthilatê: Di Hilbijartinên Herêmî de Gefên Li Ser Demokrasî û Destûra Bingehîn” amade kir.
Rapor, li ser malpera înternetê ya CHPê hate weşandin. Di rapora ku Alîkara Serokê Giştî Gul Çîftçîyê bi raya giştî re parve kir de, daneyên qeyûman ên ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de ya jimara 674an piştî hewldana derbeya 15ê Tîrmeha 2016'an dest pê kir û heta îro dewam dike, hatin weşandin.
Herî zêde qeyûm tayînî Amedê bûye
Di raporê de hat gotin ku ji sala 2016an heta niha 154 caran qeyûm li şaredariyan hatine tayînkirin.Bi 26 caran bajarê herî zêde qeyûm lê hatiye tayînkirin Amed e, bajarê Wanê bi 23 caran di rêza duyemîn de cih digre.
Di raporê de hat diyarkirin ku tayînkirina qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar û 496 hilbijêran kiriye.
Her weha 49 şaredarî beriya hilbijartinên 31ê Adara 2024an bi destê qeyûman dihatin birêvebirin, ji van şaredariyan 9 jê ketine destê AKP-MHPê.
Hat destnîşankirin ku Şaredariya Qersê beriya hilbijartinê bi destê qeyûm dihat birêvebirin û di hilbijartinê de ketiye destê AKP-MHPê lêbelê “di hilbijartinê de hilbijêrên li bajar hatin veguhestin û nelirêtî hatin kirin.” Bi domdarî hat gotin ku tevî giliyên di vê mijarê de jî tu gav nehatine avêtin.
Şaredariya Esenyûrtê
Di raporê de bi berfirehî behsa tayînkirina qeyûm ji bo Şaredariya Esenyurtê jî hatiye kirin.
Hatiye destnîşankirin ku Şaredar Ahmet Ozer di 30ê Cotmehê de ji peywirê hatiye girtin û cîgirê waliyê Stenbolê Can Aksoy weke qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, Aksoy rayeyên meclisê bi awayekî derhiqûqî dewrî memûran kiriye. Hat gotin ku sepana qeyûm û xalên 2, 5, 123 û 127 ên Destûra Bingehîn hev nagirin.
Di raporê de her wiha rexneyên Konseya Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî yên têkildarî sepana qeyûman de jî cih girtin. Ji bo bidawîkirina sepana qeyûm, ji bo îktîdarê 6 pêşniyar hatin kirin. Hat xwestin ku şaredarên derheqê wan de hukma teqez tune ye tavilê li peywira wan bên vegerandin.
(RT/AY)