Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Tirkiyeyê di 15 salên paşiyê de destkeftiyên xwe ji dil qebûl nekir, piştî kêmkirina desthilata meclîsê û xurtkirina postê serokkomariyê rewşeka welê çêbûye ku minaqeşe li ser serxwebûna dadgehan heye. Tirkiye hewil dida ji heqê vê yekê bê der.
Hikumetê di Tîrmeha 2015ê de pêvajoya çareserkirina kêşeyên kurdan sekinan. Piştî salekê hewildana derbekirinê pêk hat, hikûmetê bi navê “ewlehiyê” mafên mirovan û mafê rêxistîbûnê paşguh kir. Rêyên mafxwetinê xetimandin.
Digel ku rêxistinên navneteweyî yên wek Neteweyên Yekbûyî(NY), Rêxistina Hevkariya Ji Bo Ewlehiyê ya Ewropayê(AGIT) û Yekîtîya Ewropayê hê jî hikûmet Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De îlan dike. Di serê sala 2017ê de Lijneya Halê Awarte hat pêk anîn. Divîya Lijneyê li îtirazên ji bo biryarnameyan binêriyan lê lijne bêkêr bû.
Rêxistinên neteweyî û navneteweyî yên parastina mafên mirovan rojnameger û rewşenbîrên li Tirkiyeyê hatine girtin bi awayekê xurt parast. Ya kêm 22 rojnameger bi hêcetên keyfane hatine girtin vê yekê baweriya li Dadgeha Qanûna Bingehîn(DQB) Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê(DMME) şikênand.
Li gor Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê di sê mehên destpêka 2017ê de bi Qanûna Cezayan ya Tirkan(TCK) û Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK) 220 rojnameger dihatin dadkirin. Di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de jimara rojnamegerên di girtîgehê de bû 520. Ji bo wan rojnamegeran 237 caran cezayê mûebeta giran tê xwestin. Li ser hev tê xwestin rojnameger 3 hezar û 672 sal û 6 meh cezayê girtinê bistîne.
Di salekê de 17 rojnameger û nivîskarên quncikan, ji ber sûcê “heqareta li serokkomarî” li ser hev 8 sal 4 meh deh roj ceza hat dayin(cezayê 4 sal 1o meh û 19 rojan hat bipaşdedan.)
112 rojnamegerên girtî
131 rojnameger ji ber karên rojnamegeriyê an jî karên siyasî di destpêka sala 2017ê de di girtîgehê de bûn. Li nîvê salê bi girtina rojnamegerên ji medyaya kurdan, ji rojnameya Cumhuriyetê û medyaya cimaetê ev jimar bû 136, di 1ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ev jimar bû 122.
Ji 122 rojnamegerê di girtîgehê de dadgehan ji bo 21 rojnamegeran biryar daye, 66 rojnameger têne dadkirin lêpirsîna ji bo 31 rojnamegeran hatiye dest pê kirin. Çar rojnamegeran ji bo biryara girtina xwe îtiraz kiriye û li benda bersivê ne.
79 rojnameger bi lêpirsîna “Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir(FETO) hatine girtin. 24 rojnameger bi wê yekê têne sûcdarkirin ku têkiliya wan bi rêxistinên wek PKK/PYD/YDGHyê re heye. 19 rojnamegerên dî ji van saziyan in: Cumhuriyet (3), Evrensel (1), Die Welt (1), Kovara Sosyalist Dayanışma (1), Atılım (1), Kovara Girtîgehan ya Eylülê (1), ETHA Ajans (2), Kovara Emek-Adaletê (1), Özgür Gelecek (1), Odak (1), Mezitli FM (1), Kovara Yeni Evrede Mücadele Birliği (1), Nokta (1), TV10 (1), Solyayin.com (1) û rojnamegerekê/a serbixwe.
6ê Sibata 2018ê: 128 rojnameger di girtîgehê de ne
Di sala 2018ê de 7 rojnameger hatine girtin rojnamegerek hatiye berdan.
Rojnamegerên hatîn girtin:
Özgürlükçü Demokrasi, Nûçegihan, Barış Ceyhan (31 Kanûna Paşiyê 2018)
Artı Gerçek, nivîskar, İshak Karakaş (26 Kanûna Paşiyê 2018)
Mezopotamya Ajans, Nûçegihan, Seda Taşkın (23 Kanûna Paşiyê 2018)
Demokratik Modernite, edîtor Haydar Ergün (23 Kanûna Paşiyê 2018)
Eski dihaber, Nûçegihan, İdris Yılmaz (23 Kanûna Paşiyê 2018)
TV 10, birêvebir Veli Büyükşahin (18 Kanûna Paşiyê 2018)
Veli Haydar Güleç (18 Kanûna Paşiyê 2018)
Rojnamegerê serbest bûyî
Nûçegihanê rojnameya Zamanê yê berê(6ê Sibatê, 2018)
Di salekê de 85 kes, di şeş salan de 548 kes hatine desteserkirin
Di sala 2017ê de 85 rojnameger hatine desteserkirin. 31 rojnameger xebatkarên medyaya nêzîkî Fethillah gûlenî bûn, 20 rojnamegeran di medyaya kurdan de kar dikirin, 5 rojnameger nûnerên medyaya navneteweyî bûn. Di sala 2016ê de ku hewildana derbekirinê bûbû ev jimar 201 bû.
Kuştin êrîş û tehdîd
Di sala 2017ê de rojnamegereka jin a ji Sûriyeyê li Stenbolê hat kuştin. Êrîş li 20 rojnamegeran, rojnameyekê û weşaxaneyekê hatiye kirin. Di vê demê de 12 rojnameger û 5 saziyên medyayê hatibûn tehdîdkirin. Bi gotin û nivîsan êrîş li pênc rojnamegeran hatiye kirin.
Di sala 2016ê de êrîş li 56 rojnamegeran hatiye kirin ku ew li herêmên pevçûn lê heyîn dixebitîn. Êrîş li şeş saziyên rojnamegeriyê hatibû kirin û rojnamegerekî ji Sûriyeyê hatibû kuştin. Di sala 2016ê de 118 rojnameger û 5 saziyên medyayê hatibûn tehdîdkirin.
TCK 299 û mehkûmbûna bi wê qanûnê
Di sala 2017ê de 17 rojnameger û nivîskarên rojnameyan bi qanûna 299ê bi sûcê “heqareta li serokkomarî” hatin dadkirin. Bi vê qanûnê li ser hev 8 sal û 10 roj cezayê girtinê(4 sal 10 meh û 10 roj ceza hat bi paşdedan) û 136 hezar û 500 cezayê pereyî hat dayin.
Çar rojnamegeran beraet kir. Dema dadkirinê ji bo rojnamegerekî temam bû.
TCK 299ê rê da ku ji ber heqareta li Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar 35 kesên 34 ji wan rojnameger bûn 15 sal û 4 roj cezayê girtinê(6 sal û 2 mehên dikare bê paşdedan) 42 hezar cezayê pereyî bistîne. 31 kesên 13 ji wan rojnameger bûn bi TCK 299ê hatin dadkirin û biryar hat dayin ku ew bêsûc in.
Qedexeya weşanê, medyaya civakî
Sala 2017yê ji ber Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) û Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbayê ya 15yê Tîrmehê ya 2016yê gelek biryarên sansurê yên ku jêpirsîna wan nayên kirin hatine standin. Sala 2017yê 6 biryarên qedexeya demkî yan jî daimî hat standin, 3 cara cudakariya akredîtasyonê çêbû, 47 pasaport û karteke çapemeniyê hatin betalkirin û di encama KHKyê de 3 saziyên medyayê hatin girtin. Di vê demê de li hemberî 10 malper, 6 rojname, 97 malperên nûçeyan û nivîs, 8 pirtûk, 6 kovar, 3 mesajên Twitterê û 8 karîkatur rastî sansurê hatin. Her wiha 9 bûyerên din ên sansurê çêbû.
Sala 2016yê 778 kartên çapemeniyê hatibûn betalkirin, dest danîbûn ser mal û milkên 54 rojnamegeran, yên demkî jî di nav de bi giştî 29 weşan hatibûn qedexekirin. Di encama ragihandina KHKyê de 179 dezgeyên medya û weşanê hatibûn girtin; pasaportên 46 rojnamegeran hatibûn betalkirin; 3 bûyerên cudakariya akredîtasyonê çêbûbû. Her wiha 300 hesabên Twitterê, 33 hesabên Youtûbe, 79 lînkên İnstagramê, 323 nûçe û 76 malper rastî sansurê hatibûn.
520 rojnameger bi cezayê heta hetayê hatin dadgehkirin
Desthilatê weke parçeyek ji standartên xwe yên “xwecihî û milî” daraz xistiye bin kontrola xwe. Vê darazê sala 2017yê bi rengê ku polîtîkayên “ewlehiyê” serdest bike ew biryar derxist pêş ku rojnamegerî û qada azadiya xweîfadekirinê înkar û krîmînalize bike.
Di vê serdemê de ji bo 520 rojnameger, qunciknivîs, Nûçegihan û nûnerên medyayê di çarçoveya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) de bi giştî 237 cezayên heta hetayê yê girankirî û 3 hezar û 672 sal û 6 meh cezayê girtinê dihat xwestin.
“Sîxurtî”, “rêxistin”, “heqaret”
Sala 2017yê du rojnameger bi tohmeta “darbekarî” û “gefa li ser ewlehiya dewletê” bi giştî 45 sal; 6 rojnamegeran bi tohmeta “endamtî û rêveberiya rêxistinê” 60 sal û 6 meh; 8 rojnamegeran bi tohmeta “biçûkxistina saziyên dewletê” 4 sal û 3 meh cezayê girtinê (2 sal û 2 mehên wê hat bipaşxistin) û 3 hezar TL cezayê pareyan yê êdlî standin. 5 ji wan jî bi giştî 43 hezar û 840 TL cezayê pareyan girtin. Rojnamegerek ji ber “Qanûna Parastinê ya Ataturkî” sal û 3 meh cezayê girtinê wergirtiye. Bi heman hincetan sala 2017yê 22 rojnameger bi giştî 111 sal cezayê girtinê û 46 hezar û 840 TL cezayê pareyan wergirtin.
Sala 2016yê 3 rojnamegeran bi tohmeta ku “belgeyên derbarê ewlehiya dewletê de weşandiye” 12 sal û 6 meh, du rojnamegeran bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” 55 sal, rojnamegerekî bi tohmeta “binpêkirina nepeniyê” 2 hezar û 100 TL cezayê pareyan ê edlî wergirtibû. 8 sal û 2 roj cezayê girtinê û 99 hezar û 670 TL cezayê pareyan ê edlî dabûn 22 rojnamegeran û xwediyê malperekê. Ji bo 5 rojnamegeran jî 28 hezar TL cezayê pareyan hatibû birîn.
18 jê di doza “Gundemê” de 31 rojnameger hatin mehkûmkirin
Ji 38 kesên ku beşdarî kampanyaya berpirsê weşanê yê nobedar ê rojnameya Ozgur Gundemê bûne li Şanar Yûrdatapan, Îbrahîm Bodûr, Cengîz Baysoy, Îmam Canpolat, Çîlem Kuçukkeleş, Nadîre Mater, Yildirim Turker, Hasan Cemal, Farûk Balikçi, Dîcle Anter, Derya Okatan, Kûmrû Başer, Ayşe Batûmlû, Jûlîde Kûral, Îlham Bakir, Mûrat Ûyûrkûlak, Mûrat Çelîkkan ûBeyza Ûstunê bi giştî 220 meh 15 roj û 62 hezar TL cezayê pareyan ê edlî hat birîn.
Di tevahiya salê de di çarçoveya TMKyê de bi giştî li 31 rojnamegeran 54 sal û 10 meh û 29 roj (14 sal û 4 meh ceza hat bipaşxistin) ceza hate birîn.
Sala 2016yê 13 rojnameger di çarçoveya TMKyê de 32 sal û 8 meh û 3 roj cezayê girtinê standibûn ku ji bo serbestiya vîzeyê gotûbêja vê qanûnê bi Yekîtiya Ewropayê re dihat kirin. 2015yê jî 3 rojnameger di çarçoveya heman qanûnê de 6 sal û 3 meh û 22 roj (sal û 6 meh û 22 rojên wê hatibû bipaşxistin) û 24 hezar TL jî cezayê pareyan standibûn. Ji bo 26 rojnamegeran 337 sal 6 meh cezayê girtinê dihat xwestin, du rojnamegeran beraat kiribûn.
Dadgeha Destûrê “Rewşa Awarte” ji DMMEyê re hişt
Sala 2017 Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo serdana 4 rojnameger, kanalek televizyonê, kanalek radyoyê, weşanger û leşkerekî boçûn jî di nav de Tirkiye bi dana 23 hezar 427 TLyî ceza kir. Lê Dadgeha ku piştî hewldana darbeyê du endamên wê hatin girtin, serdana “şexsî” ya 22 rojnamegerên di nava şertên Rewşa Awarte de girtî, sala 2017yê ji xwe re nekir rojev.
DMMEyê biryara tazmînatê derxist
Sala 2017yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) weşanger Fatîh Taş jî di nav de ji bo 23 kesan li gorî Xala 10ê ya Peymana Mafen Mirovan a Ewropayê (PMME) biryar girt ku Tirkiyeyê mafê azadiya xweîfadekirinê bin pê kiriye û lêçûn jî di nav de 205 hezar 430 avro cezayê pareyan birî.
Sala 2016yê 7 jê rojnameger biryar girtibû ku ji bo 11 kesan bi giştî 27 hezar û 590 avro cezayê tazmînatê li Tirkiyeyê bibirin. Ji bo rojnamegerekî jî ji ber “girtina neheq” biryar girtibû ku Tirkiye 2 hezar avro cezayî bide.
Sala 2017yê karê 166 rojnamegeran tune bû
Sala 2017yê 166 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatin derxistin, neçar man ku ji kar derkevin an jî ji ber ku programên amade dikirin an jî pêşkêş dikirin qediyan, ji kar hatin avêtin.
Sala 2016yê 2 hezar û 708 rojnameger û xebatkarên medyayê ji kar hatin derxistin an jî neçar mabûn ku ji kar bên derxistin. Lê Komeleya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) aşkere kiribû ku di encama KHKyan de 179 saziyên medyayê hatine girtin û hejmara kesên ku ji kar hatine derxistin nêzîkî 10 hezaran e.
Sala 2015yê 348, sala 2014yê 339 rojnameger, nivîskar û xebatkarên medyayê ji kar hatibûn derxistin an jî neçar man ku ji kar derkevin. Ev hejmar sala 2013yê 143 bûye. (EÖ/APA/MB/FD)