Fotograf: Yagmur Karagoz / bianet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hewldana Li Dijî Sûcên Fikr û Ramanê rapora xwe ya Adara 2020an aşkere kiriye. Rapor bi hevkariya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) û Komeleya Mafên Mirovan (IHD) hatiye amadekirin.
Di raporê de hatiye aşkere kirin ku binpêkirin li dijî mafên azadiya xweîfadekirinê, civîn û xwenîşandanan, midaxeleyên hêzên emniyetê, dadgehkirin, desteserkirinên ji ber parvekirinên medyaya civakî û astengiyên li pêşiya malperan berdewam dikin.
“Di wan rojan de ku ji ber şewba vîrusê jiyana civakî gelekî tengav bûye, kolan û qad vala bûne, giranî ketibû ser milê medyayê û medyaya civakî. Mesajên li ser medyaya civakî û nûçeyên derbarê şerê li Sûriyeyê, kêmasiyên di têkoşîna vîrusê de û yên derbarê kampanyaya bexşandinê ya Serokomarî rê li ber desteserkirin, girtin û cezakirinan vekiriye. Ev meyl, weke vîrusê bilez û bez û berfirehî berdawam dike.
“Biryarên qedexeyan dihêle maf bên binpêkirin”
Coşkun Usterci, rêveberê TIHVê di beşa şîroveyan a raporê de wiha gotiye: Walîtiyan biryarên qedexekirina her cure bername û çalakiyan dane û bi vê re cewhera mafê civîn û xwenîşandanan asteng kirine. Van biryaran hiştiye ku binpêkirinên azadiya fikr û ramanê û xweîfadekirinê û ya civînan berdewam bikin.”
Osman Îşçî, Rêveberê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) gotiye ku divê rêziknameyên bipirsgirêk werin guhertin. (AS/FD)