Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kiribûn bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin. Her weha hatibû gotin herdu ji helîkopterê hatine avêtin. Servet Turgut di 30ê Îlonê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miribû.

Servet Turgutê ku “ji helîkopterê hatibû avêtin” can daye
Rapora Saziya Tiba Dadî(ATK) ya derbarê mirina Servet Turgutê ku ji helîkopterê hatibû avêtin piştî 6 salan derket.
Li gorî raporê ji ber îşkenceyên giran di laşê Turgut de hestiyên neşikestî nemane. Piştî pêvajoya dermankirinê ya ku demeke dirêj ajotibû derbarê Osman Şîban jî dozhatibû vekirin.
2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mersînê di 11ê Nîsana 2023an de bi tohmeta ku "endamê rêxistinê ye" 7 sal û 6 meh ceza dabû Şîban.

Doz li Osman Şibanê ku ji helîkopterê hatibû avêtin, vekirine
Rapora Tiba Dadî ya Servet Turgut
Piştî ku 6 sal di ser bûyerê re derbas bûn, Ajansa Mezopotamyayê (MA) gihîşt raporaku Saziya Tiba Dadî (ATK) derbarê Servet Turgut amade kiriye.
Li gorî agahiyên di nûçeyê de, ev nîşeya ku di raporê de cih girtiye balê dikişîne: “Li ser birîndarbûna Servet Turgut a piştî ku ji helîkopterê hatiye daxistin.”
Hat diyarkirin ku dema hêzên ewlehiyê Turgut aniye nexweşxaneyê, rewşa wî krîtîk bû û hişê wî jî ne li serê wî bûye. Ji ber ku bêhna wî çikiyaye, boriyeke bêhnstandinê di qirika wî re hatiye derbaskirin(entube) û bi masaja dil û nefesdayîna sûnî (çêkirî) hatiye rizgarkirin.
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku ji ber derbên pir giran, di çermê serî, rû û derdora çavên wî de bi berfirehî xwîn civiyaye, di hestiyên çena jor de şikestin çêbûne,di navbera perdeyên mêjî û li ser serrûyê mêjî de xwînjêçûneke giran û werimîn çêbûye.
11 parsûyên wî şikestine û ji cihê xwe derketine
Di raporê de hat diyarkirin ku li aliyê rastê yê qefesa sîngê 7 û li aliyê çepê jî 4, bi giştî di 11 parsûyan de şikestin û jicihderketin hatine tespîtkirin.
Her wiha hat gotin ku ji ber van şikestinan, di her du valahiyên pişikan de xwîn civiyaye, di pişikan de ji ber derban birîn û pelixîn çêbûne û xwîn ji beşa serguçikê ya rastê çûye û di gurçikan de jî zerer çêbûye.
Di beşa encamê ya raporê de hatiye destnîşankirin ku ji ber şikestinên zêde yên dihestiyan de (parsû û hestiyên piştê), şihîtina hestiyên stû, xwînjêçûna giran a mêjî û têkçûna endamên laş, Servet Turgut 19 rojan tenê bi alîkariya derman û amûran(makineyan) sax maye lê piştî ku laşê wî qels û bêhal maye û dilê wî rawestiyaye û wî canê xwe ji dest daye.
Saziya Tiba Dadî biryar daye ku mirina Turgut, ji ber şikestinên di hestiyên serî, rû û qoqê serî de, şikestinên zêde yên parsûyên sîngê, xwînjêçûna mêjî, têkçûna pişikan,rabûna çermê tiliyên pêyan a ji ber sermayê û têkçûna endamên laş a ji ber van hemûyan pêk hatiye.
Çi bûbû?
Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kirine bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin.
Di nûçeya Cemîl Ugûrî ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin de rapora epikriz a nexweşxaneyê jî heye.
Di raporê de hatiye gotin ku ji ber “birîndariya piştî ji helîkopterê ketiye” ew anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Di beşa nerhetiyan a raporê de li bin sernavê “Nexweşiyên Giran” hatiye diyarkirin ku “ji cihekî bilind ketine” û wiha hatiye berdewamkirin: “Piştî ketina ji cihekî bilind emniyetê agahî daye tîmên tenduristiyê û 112yê ew anîne beşa lezgîn.”
Daxuyaniya Walîtîya Wanê
Daxuyaniya yekem a fermî ya derbarê vê bûyerê ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatibû kirin.
Di daxuyaniya 21ê Îlona 2020î de hatibû angaştkirin ku Servet Turgut li cihê bûyerêçavdêriyê dike û Parêzgariyê tohmetên xwe wiha domandin:
"Hat dîtin ku dema kesê navborî guh neda hişyariya 'bisekine' û hewl da bireve, dizinaran de ketiye û birîndar bûye, tevî ku li ber xwe daye jî hatiye girtin û bi awayekîyasayî hatiye parastin."
Ji bo Osman Şîban jî hatibû diyarkirin ku bi tohmeta "alîkarî û piştgiriya rêxistinê" hatiyedesteserkirin.
Suleyman Soylu: "Ew milîs in"
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê yê wê demê Suleyman Soylu gotibû ku Turgut ûŞîban ne gundiyên bê guneh in û wiha lê zêde kiribû:
"Eşkere ye ku ew milîs in, terorîstan di mala xwe de dihewînin û alîkariyê didin wan."
Soylu her wiha bi bîr xistibû ku di operasyona li herêmê de 3 leşker hatine kuştin.
Soylu mijara avêtina ji helîkopterê bi rengekî zelal red nekiribû û bal kişandibû ser aliyêhiqûqî yê mijarê û diyar kiribû ku lêpirsîna dadî û birêvebirî ya derbarê bûyerê de berdewam dike.
Nûçegihan hatibûn desteserkirin
Piştî nûçeyên li ser desteserkirin û şkencekirina gundiyan a ji aliyê leşkeran ve, linavçeya Şaxê ya Wanê 11ê Îlonê polîsan bi ser malan de girtibû.

Dozgerî xwestiye rojnamegerên nûçeya îşkenceyê çêkirine werin cezakirin
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ugur, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Salaya ku nûçeya Osman Şîban û Servet Turgut çêkiribû, 6ê Çiriya Pêşîn hatibûn desteserkirin.
Di operasyona desteserkirinê de, polîsan bi ser buroya ajansê ya Wanê de jî girtibû ûdest danîbû ser amûrên wan ên rojnamegeriyê.
Rojnamegerên ku hatibûn desteserkirin, 9ê Çiriya Pêşîn hatin girtin. Rojnameger nêzîkî 6 mehan di girtîgehê de man û di rûniştina yekemîn a dozê de hatin berdan.
(AY)

