Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Enstîtuya Reutersêya Zanîngeha Oxfordê li 32 welatan bi 233 bir¨vebirên medyayê re rapirsînek amade kiriye û encamên rapirsînê wek raporekê weşandiye.
Li gor raporê:
Ji sedî 46ê rojnamegeran difikirin ku medya ji bo civakê ne cihê bawerîyê ye.
Li gelek welatan rojnameger ji ber guvaşa kesên dewlemend li ser wan dike bêhizûr in.
Ji bo nîvê medyayê dahata sereke xwendekar in. Ji bo ji sedî 35ê medyayê reklaman wek dahata xwe ya sereke dibînin.
Piranîya beşdaran bi awayekê erênî li Googleyê dinêrin lê bi heman çavî li Facebook, Twitter û Snapchatê nanêrin.
Ji sedî 76ê beşdaran difikirin ku navendên nûçeyan ji bo pirrengîya zayendî ber bi başîyê ve diçe.
Ji sedî 55ê beşdaran gotine ku rojnamegerên ji derveyî bajarên medzin hatîn kar dikin. Ji sedî 46ê rojnamegeran ji fikrên cida yên sîyasî hatine. Ji sedî 33yê rojnamegeran jî ji nijadên cida hatine.
Zêdetirî nîvê beşdaran diyar kirine ku ew ê dest bi projeyên postcastan bikin.
(HA/MB)