Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xelatên Herî Baş ên FIFAyê yên sala 2019ê diyar bûne. Ji bo belavkirina xelatan li Şanoya La Scalayê ya bajarê Milanoya Îtalyayê FIFayê merasîmek li dar xistiye.
Li gorî nûçeya malpera Alan Savunmasiyê, Megan Rapinoe, futbolîsta tîma Futbolê ya Netewî ya Jinan a DYAyê weke futbolista herî serkeftî ya salê hatiye hilbijartin. Ji ber helwesta wê ya çalakger, Rapione di dema Kûpaya Cîhanê de bal kişandibû ser xwe.
Rapinoe piştî ku xelat wergirtiye axiviye û behsa wan kesan kiriye ku ji bo wê û têkoşîna wê bûne mînak. Rapinoeyê diyar kiriye ku yek ji van jinan Seher Xudayarî, jina îranî ya hezkera fitbolê ye. Xudayarî, li Îranê xwe xistibû dirbê zilaman û çûbû li maçê temaşe kiribû. Lê paşê ew zeft kiribûn û ceza dabûnê. Li ser vê rewşê, Xudayariyê xwe şewitandibû û miribû.
Rapinoeyê bang li her kesan kiriye û gotiye ku li dijî homofobî û nîjadperestiyê têkoşînê bikin û wiha axiviye:
“Sala 2019ê ji bo futbola jinan saleke ecêb bû û ez dixwazim hin çîrokan bi we re par ve bikim ku îsal ji min re bûne mînak: Raheem Sterling û Kalidou Koulibaly, alîgiran di trîbuan de êrîşên nîjadperestî yên kerih birin ser wan, digel vê jî li holkê karekî gelekî serkeftî kirin –ihtimal e ku ne tenê îsal di hemû jiyana wan de êrîşên nîjadperestî li wan hatiye kirin.- Jina ciwan a îranî a ku ji bo nekarîbû biçe yariyê xwe şewitandiye û miriye. Collin Martinê tekane futbolîstê hevzayendê e di tîma MLSyê de nasnameya xwe aşkere kiriye û û gelek werzîşvanên LGBTI+ yên her roj bi gelek zehmetiyan têkoşînê li hemberî homofobiyê dikin…” (EMK/FD)