Li Dêrsima bi turîzmê û xweşikahiyên xwe yên tebiî balê dikişîne Çemê Munzurê yê ji Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê ra derbas dibe ji bo raftîngvanan bû navnîşaneke girîng.
Raftînga ku Kuluba Sporên Tebîetê ya Adrenalînê ya Munzurê (MADOSK) di sala 2006an da dabû destpêkirin bi tevkariya Walî Sonel çend salên dawîn dide va ji bo bajêr bû lokomotîfa turîzmê ya girîng.
Li bajarê ji hêla erdnîgariyê xwediyê xweşikahiyên tebiî yên girîng e her sal bi hezaran turîst tên ziyaretê, hezkiriyên raftîngê ji bo sporê bikin tên Çemê Munzurê. Ji ber ku êdî payîz e tebîeta rengrengî bala ziyaretvanan dikişîne û wan şaş û metel dihêle.
Navnîşana raftîngê ya teze: Çemê Munzurê
Bi projeyên 2 salên dawîn hatin çêkirin va li der û dora Geliyê Mûnzûrê qadên turîst dikarin lê dema xwe derbas bikin hatin avakirin. Çemê Munzurê yê li parka neteweyî, bi parkurên xwe yên baş 4 demsalan ji bo raftîngvanan bû navnîşan.
Nazim Arslanê Serokê MADOSKê got ew ji bo danasîna raftîngê 13 salan xebitîn.
Arslan got salên 2018 û 2019an ji bo raftîngê û werzişên avê bû çiveke girîng, bi veberhênanên salên dawîn hatin kirin va binesaziya sporê avê ya bajêr mayînde bû.
Diyar Aksoyê raftîngvan jî got li Çemê Munzurê kirina raftîngê gelekî hez dike û wiha axivî: "Di 12 mehên salê da li Çemê Munzurê raftîngê dikin, ev ji bo werzişvan û ciwanan kêfxweşiyeke bêhempa ye. Çalakiyên sporê yên li vê derê ciwanan ji cixare û alkolê dûr digrin."
(MB)
Çavkanî: Haydar Şahin |AA