Qurbanîyên qirkirina ermeniyan dê bihatiyan yadkirin, polîs bûne asteng
![Qurbanîyên qirkirina ermeniyan dê bihatiyan yadkirin, polîs bûne asteng](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/207/817/original/anma.jpg)
Ji bo nûçeya ingilîzî / tirkî bitikîne
Ji bo qurbanîyên Qirkirina Ermeniyan li Sûltanahmetê bernameya yadkirinê dê bihata pêkanîn, polîsan nehiştin.
Komeleya Mafên Mirovan dê siet 12:00ê dest bi bernameyê bikira.
Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan, Eren Keskîn digel polîsan axivî lê polîsan dîsa destûr neda. Li ser vê yekê rêvebirên IHDyê biryar da ku ew ê bernameyê li navenda giştî ya komeleyê pêk bînin.
Garo Paylan: Ev encama tarîtîya li Tirkiyeyê ye
Parlamenterê HDPyê Garo Paylanî ji bianetê re got:
"Bi salan e, me bi awayekê azadane daxuyanî dida. Ti caran em nehatine astengkirin. Lê îsal daxuyaniya me hat qedexekirin. Ev encameka rewşa demokrasiya li Tirkiyeyê û tarîtîya li Tirkiyeyê ye."
1965ê Xara Trênan ya Haydarpaşayî wek girtîgehan hatiye bikarhînan. Xelkê ermenî li wê derê hatiye komkirin û paşê ber bi "rêya mirinê" ve hatine şandin. Ji ber wê daxuyanîyek li wê derê tê xwendin.
(PT/HK)
* Wêne û video: Pınar Tarcan
Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê
![Sahak Maşalyan bûye petrîkê nû yê ermenîyên Tirkiyeyê](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/216/974/original/kkkkkkkkkk.jpg)
18 roj in ku li Çiyayên Kazê protestoyên aştîyane didomin
![18 roj in ku li Çiyayên Kazê protestoyên aştîyane didomin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/211/609/original/t1.jpg)
Agir bi gundên Suryaniyan ketiye
![Agir bi gundên Suryaniyan ketiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/210/999/original/suryani.jpg)
Li Heskîfê devikên bendavê hatiye girtin, av bilind dibe
![Li Heskîfê devikên bendavê hatiye girtin, av bilind dibe](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/210/938/original/heskif.jpg)
Li Gokçeadayê welatiyekî rûm hatiye kuştin
![Li Gokçeadayê welatiyekî rûm hatiye kuştin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/208/557/original/gokceada.jpg)