Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Qurbaniyên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya Enqereyê, li cihê ku qetlîam pêk hatiye, bi bernameyekê hatine bibîranîn. Malbatên qurbaniyan, hêzên kedparêz û demokrasiyê bşedarî bernameyê bûne. Girse li pişt pankartekê meşiyane ku fotografên qurbaniyan li ser bûn.
Li gorî nûçeya MAyê, polîsan beriya bernameya bibîranînê hemû rêyên ber bi Qada Garê ve diçin, dorpêç kirine. Polîsan, girseya ku xwestiye ji Qada Tandoganê bikeve hundir û rojnameger asteng kirine. Her weha polîsan gotiye, ew ê destûrê bi tenê bihêlin malbatên qurbaniyan bikevin qadê.
Polîsan tundkarî li komek beşdaran kiriye û xwestiye ew ji wê qadê biçin. Di nava van kesan de rojnameger jî hebûn. Hin kesan bertek nîşanî vê helwesta polîsan daye û polîsan bi kêmanî 20 kes desteser kirine.
Nûnerên Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê, malbatên qurbaniyan, nûnerên TMMOBê û odeyên pê ve girêdayî, rêveberên KESK, DISK û TTByê, her weha parlamenter beşdarî bernameyê bûne.
Navê 103 kesên ku hatine qetilkirin, xwendine û bi yekdengî gotine “Dijî”. Paşê jî saet di 10.04ê de ji bo qurbaniyan merasîma rêzgirtinê pêk anîne ku di wê saetê de teqîn pêk hatibû.
Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê Mehtap Sakinci Coşgûn di dema bernameyê de axiviye û gotiye:
“Em weke mirovên birîndar dixwazin bîranînê pêk bînin lê li cihê ku bi hovane li hevalên me dan em nikarin bi rastî jî bîranîna Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê pêk bînin.
“Em her sal li vir ji bo rêzê li êşa me bê girtin, ji bo 5 deqîqeyan em bîranînê pêk bînin, di 10ê Çiriya Pêşiyê de li vir in. Em dibêjin edalet. Heta kujerên rast bên dadgehkirin, em ê di gotina edaletê de dewam bikin.”
“Ev sîstema ku rê nade bîranînê wê birûxe”
Zohre Tedîk, dêya Korkmaz Tedîkê ku yek ji qurbaniyan e gotiye, “Ez jî li vir im. Keça min û kurê min li vir bûn. Kedkar û karkerên ji çar aliyên Tirkiyeyê li vir bûn. We kurê min û bi sedan mirov ji me standin. Ev sîstem, ev pergala ku nahêle di 10ê Çiriya Pêşiyê de bîranîn pêk bê, wê birûxe.”
“Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e”
Serokê TMMOBê Emîn Korkmazî diyar kiriye ku nahêlin êşa qetlîamê jî bijîn.
Sekretekê Giştî yê TTByê Vedat Bûlûtî gotiye, endamên Desteya Navendî yên TTByê ji ber gotina “Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ye” hatin darizandin. Bûlûtî destnîşan kiriye ku endamên Desteya Navendî yên TTByê ji ber rast gotine beraet kirine û bi van gotinan dewam kiriye: “Em di têkoşîna li djî dîktatori de dewam dikin. Lewre dîktatorî jî pirsgirêkeke tenduristiya gel e.”
Hevseroka Giştî ya KESKê Şukran Kablan Yeşîlê gotiye, “Êrîşên hovane li dijî têkoşerên ked, aştî, demokrasiyê yên vî welatî, bi rengekî gelekî aşkere hatin plankirin.”
Seroka Giştî ya DISKê Arzû Çerkezoglûyê jî diyar kiriye ku “Heta em hesab ji kesên 10ê Çiriya Pêşiyê pêk anîne, kesên ew bi wan dane kirin, kesên çav jê re girtine bipirsin, em ê ti carî ji bîr nakin.”
Piştî axavtinan, ji bo bîranîna qurbaniyan, qurnefîl danîne cihê qetlîam lê pêk hatiye. (EMK/FD)