Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
57 qurbaniyên di dema Qetlîama Çorûmê de hatine kuştin, di 42yem salvegera qetlîamê de hatine bibîranîn. Ji bo bîranînê li bexçeyê Weqfa Çandê ya Anadolûyê ya Haci Bektaş Veliyî civîneke çapemeniyê û bernameyek hatiye lidarxistin.
Di bernameyê de semah hatiye gerandin, stran hatine strîn, dawxaza aştiyê, edaletê, azadiyê, rûbirûbûnê û çêkirina abîdeyekê hatiye bilêvkirin.
Bername li Qada Aştiyê ya Kadeşê pêk hatiye û nûnerê DISK Emeklî-Senê Hîkmet Aydin axiviye:
“Bibîranîna qetlîaman tê wê wateyê ku bûyerên biêş ên di demên berê de pêk hatine, ji bîr nekin. Nejibîrkirin di wateya ku bila qetlîamin nû nebin de ye. Ji ber wê ye ku bi salan e, yek ji daxwazên sereke çêkirina abîdeyeke qetlîamê ye. Em ê dest vê daxwaza xwe bernedin."
"Qetlîam plankirî bûn"
Aydinî destnîşan kiriye ku qetlîma plankirî bûn û bi van qetlîaman ji bo derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê bingeh hatiye amadekirin: “Yek ji armancên pêkanîna qetlîamên Mereş, Sêwas û Çorûmê yên bi rengekî plankirî jî, çewisandina mixalefeta civakî bû."
Serokê Giştî yê Weqfa Çandê ya Anadolûyê ya Haci Bektaş Veliyî Ercan Geçmez, Serokê Giştî yê Konfederasyona Yenîneyên Elewiyan a Ewrapoyê Huseyîn Mat, Endamê Lijneya Rêveber Mehmet Alî Çankaya, Serokê Federasyona Elewî Bektaşiyan Mûstafa Aslan, Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdalî Cûma Erçe, Parlamenterê CHPyê Orhan Saribal, Serokê rêxistina bajar e CHPyê Mehmet Tahtasiz, Serokê rêxistina naveçeyê yê CHPyê Ûlaş Tokgoz, Serokê rêxistina bajar ê Partiya Kedê Cafer Gokmen, rêveberên EMEPê, nûnerên rêxistinên û welatî beşdarî bernameyê bûne. (HNÇ/EMK/FD)