Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Kesên di êrîşa Qetlîama Gara Enqereyê ya 10ê Çiriya Pêşiyê de birîndar bûne, xizmên qurbaniyan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, di 3yem salvegera Qetlîamê de li ber Gara Enqereyê hatine ba hev.
Polîsan hemû rêyên diçin Garê girtî ye û ji saetên sibehê ve bi wesayitan li herêmê dest bi kontrolê kirine.
Sezaî Temellî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Arzû Çerkezoglû Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), parlamenterên HDP û yên CHPyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdarî bernameya bîranînê bûne.
Komên beşdar, pankart vekirine ku li ser “Tekez dê aştî, demokrasî û azadî were vî welatî” nivîsiye.
Polîsan di serî de gotine ku tenê kesên navên wan di lîsteyê de hene û xizmên qurbaniyan dikarin biçin qada qetlîam lê çêbûye.
Di heman demên de polîsan bi mertalên di destên xwe de êrîş birin ser komê.
Mûrat Emîr parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) dema ku ev êrîş çêbûye li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye. Di van dîmenan de tê dîtin ku polîsan derbeyek li kesekê daye.
Acıların yasına dahi tahammül yok.. #10EkimAnkaraKatliamı pic.twitter.com/v3qWjhzd0X
— Murat Emir (@muratemirchp) 10 Ekim 2018
Piştî bertekan, polîsan destûra derbasbûna beşdaran daye.
Li ser navê beşdaran Seroka Giştî ya DİSKê Arzû Çerkezoglûyê daxuyaniyek xwendiye.
Çerkezoglûyê wiha gotiye: “Weke heta niha ji niha û pê de jî em ê di meşandina têkoşîna xwe bi biryar bin. Ew soza ku me daye qurnefîlên aştiyê û malbatên wan, em di sala 3yem de jî dubare dikin. Bedela wê çi dibe bila bibe heta ku hêviya we ya aştiyê pêk bê, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta ku kujerên rast derkevin holê û heta edaleta rast pêk bê, bila soz û ahd be ku em ê ranewestin, paş de gavê navêjin, çavê me wê neşikê. Em ê efû nekin, ji bîr nekin, nedin jibîrkirin.”
Bîranîna li Enqereyê bi danîna qurnefilan bi dawî bûye. (EMK/FD)
* Fotograf: Alî Haydar Çelebî