Patforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê li 85 saliya Komkujiya Dêrsimê de li Qada Seyît Riza merasîma bîranînê pêkaniye.
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, parlamenterên HDPê Kemal Bulbul, Alî Kenanoglû, Zeynel Ozen, Tulay Hatîmogullerî, Alîcan Onlu û Serokê Damezrîner ê Konfederasyona Yekîneyên Elewiyan a Ewropayê Tûrgût Oker û hevgirtên platformê tevlî merasîmê bûne.
Di bîranînê de wêneyên qurbaniyan hatin hilgirtin û pankarta "Ma terteleyê Dersimî xo vîra nêkerd, xo vira nêkemê" hat vekirin. Li ser navê rêxistinên sivîl û partiyên siyasî daxuyaniya hevpar ku hatibû amadekirin bi dimilkî/kirmanckî û tirkî hatiye xwendin.
Di daxuyaniyê de pêvajoya berî terteleyê û piştî terteleyê hat vegotin û hat destnîşankirin ku plana terteleyê ji aliyê damezrînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal ve hatiye amadekirin. Di daxuniyê de hat diyarkirin ku zihniyeta terteleyê ya demê îro ji aliyê desthilata AKP-MHPê ve tê domandin û banga hevrûbûna terteleyê û lêborîna fermî li dewletê hat kirin û hat xwestin ku arşîvên terteleyê yên Serfermandariya Giştî û Meclisê bên vekirin.
Daxwaza aşkere kirina cihê goran
Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Dêrsimê Kenan Çîftçî axiviye û qala tiştên ku di terteleyê de pêk hatine kiriye û daxwaz kiriye ku navê Dersimê û gund û mezrayên wê lê bê vegerandin û cihê gorên qurbaniyên terteleyê bên aşkerakirin.
Piştre Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû jî axivîiye û qurbaniyên terteleyê bi bîr anîye.
4ê Gulanê roja reş e
Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar axiviye û gotiye ku 4ê Gulanê roja reş e û piştî vê rojê bi awayekî sîstematîk bi deh hezaran jin, zarok û mêr hatine kuştin. Sancar, lêborîna serokwezîrê demê Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan a di 23ê Mijdara 2011an de bi bîr xistiye û diyar kiriye ku derxistina heqîqetê ya holê lêborîna fermî ye.
Sancar jî daxwaza kiriye ku cihê gorên qurbaniyên terteleyê bên tespîtkirin û navê Dersimê û gundên wê lê bên vegerandin.
Di berdewamê de Sancar, destnîşan kiriye ku wê pergala înkarê biguherînin û wiha got: "Em vê pergalê qebûl nakin. Hin kes dibe ku îro derkevin bibêjin, 'Em êşa gelê Dêrsimê parve dikin' û tişta pêwîst nekin. Tu qîmeta vê tune ye. Heke tem tev vê êşê bikin meseleya hevpar a vî welatî, bi awayekî qanûnî vê êşê nas bikin û û vê vînê derxin olê em ê vê pergalê biguherînin. HDP û pêkhateyên xwe her cure têkoşînê bimeşînin. Em ê nedin jibîrkirin û heta lêborîn neyê xwestin û tiştên pêwîst neyên kirin em ê efû jî nekin. Em soz didin Seyîd Riza û hevalên wî ku em ê vê têkoşînê bidomînin û bigihînin encamê. Ev ji bo me meseleya rûmetê ye."
Bîranîn bi dûrşmeyan " Wê roj were dewran biguhere û kujer hesab bidin gel" bi dawî bû.
Heyeta ku tev li bîranînê bû, ji bo ku bîranînekê li wir jî pêk bîne derbasî Avzêmên Halvoriyê yên li Geliyê Mûnzûrê bûne.(RT/HA/AY)
Lîstikvanê rêzefîlman ji ber boykotê hat desteserkirin
Ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dabû destpêkirin de ji bo 16 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn. Cem Yîgît Uzumoglu jî di nav de 11 kes hatin desteserkirin.
Di 18ê Adarê de Rektoriya Zanîngeha Stenbolê dîplomaya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû betal kir û piştre desteser kirin. Di 23ê Adarê de Îmamoglû hat girtin û xwepêşandanên xwendekaran dest pê kirin. Di encamê de ji 300î zêdetir xwendekar hatin girtin û piştre jî biryara boykota kirîna tiştan hat girtin.
Derbarê kesên ku piştgirî dan biryara boykotê de, pêşî ji aliyê wezîran ve, piştre jî ji aliyê RTÛK û dozgeriyê ve gefa lêpirsînan hat xwarin. Gelek hunermend û lîstikvanan jî piştgirî dan biryara boykotê. Ji ber vê yekê ji bo 16 kesan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Hate hînbûn ku di nav kesên hatin desteserkirin de lîstikvanê navdar Cem Yîgît Uzumoglu yê ku di rêzefîlma bi navê “Şakir Paşa Ailesi: Mucizeler û Skandallar' de dileyîst jî heye.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji bo kesên banga “boykot” kirine lêpirsîn da destpêkirin
Fikra boykotkirina kirîna tiştan ya 2ê Nîsanê pêl bi pêl belav dibe. Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê kesên boykotê pêktînin bi tohmeta ku “kîn, nefret û dijminahî xistiye nava gel” sûcdar dike.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê derbarê kesên ku banga "boykota kirîna tiştan" kiribûn de bi biryara xwe lêpirsîn da destpêkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ragihandiye ku têkildarî nîqaşên li ser medyaya civakî yên ku çalakiyên aboriyê yên beşeke ji civakê asteng dike û di nava civakê de weke bangên 'boykotê' tên binavkirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Gotina “ez qehweya we venaxwim” ma tê wateya “kîn û dijminahî xistiye nava gel”
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê kesên boykotê pêktînin bi tohmeta ku “kîn, nefret û dijminahî xistiye nava gel” sûcdar dike.
Armanca bertek û lêpirsînan Ozgur Ozel e
Di roja dawî ya xwepêşandanên 7 rojan dewam kir de ên li Saraçhaneyê, Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel banga boykotkirina kanalên televîzyonê yên ku bertekên li gelemperiya welêt ên li hemberî girtina Ekrem Îmamoglû nîşan nadin, her wiha sektora taybet û saziyên giştî yên pîşesazî û darayî yên ku bi van kanalan re reklamê dikin, banga boykotê kir.
Piştî xwepêşandanên li Saraçhaneyê û mitînga mezin a li Maltepeyê, xwendekarên zanîngehan ji bo 2ê Nîsanê li seranserê welêt banga boykotkirina kirîna tiştan kir.
Ozel di daxuyaniya xwe ya duh de got, "Ez bi dil û can piştgiriyê didim boykotê ya ku ciwanan li dijî vê zilma li ser xwendekar, dayik, bav û xwişk û birayan daye destpêkirin. Ez bang li her kesî dikim ku tev li vê boykotê bibin û hêza ku ji serfkirinê distînin bikar bînin. Gel, xwediyê rast ê dewletê ye.”
Berdevkê AKPê Omer Çelîk bang li welatiyan kir ku Ozel boykot bikin
Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk, piştgiriya Ozel a ji bo banga boykotê wekî " Gefê li Tirkiyeyê dixwe." Binavkir. Her weha Çelîk, Ozel bi "hewldana parçekirina jiyana civakî" sûcdar kir û vê carê jî bang li welatiyan kir ku "Ev siyaseta sexte û siyasetmedarên êrîşkar boykot bikin".
“Doza tezmînatê vekin”
Wezîrê Bazirganiyê Omer Bolat jî bang li kesên ku ji ber boykotê zirara aborî li wan dikeve kir û ji wan xwest ji ber zirara xwe ya aborî doza tezmînatê li kesên banga boykotê dikin, vekin.