Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li eyaleta Guerrero ya Meksîkayê rojnamegerekî din hatiye kuştin. Li başûrê bajarê Chilpancingo, qunciknivîsê rojnameya La Realidad Escrito, Fredid Roman di wesayîta xwe de hatiye kuştin.
Polîsên ku piştî agahî girtinê hatin cihê bûyerê, diyar kirine ku Roman miriye. Hatiye ragihandin ku gelek gule li laşê rojnamevan ketiye.
Roman di nûçeyên xwe de zêdetir li ser siyaset û kartelên narkotîkê rawestiya ye.
Serdozgeriya Komarê ya Guerreroyê (FGE) di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku ji bo ronîkirina kuştinê tîmeke pispor li cihê sûc lêkolînan dike.
Îsal 15 rojnameger hatine kuştin
Li Meksîkayê ji sersalê heta niha bi kuştina rojnameger Romanî re hejmara rojnamegerên hatine kuştin derketiye 15an.
Ji sala 2000î heta niha li Guerreroyê 16 bi giştî li wî welatî 154 rojnameger hatine kuştin.
Meksîka, di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya RSFê de di nava 180 welatan de di rêza 127an de ye.
(HA/AY)