Fotograf: Pukmedia
Qubad Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aşkere kiriye ku ew bi vîrusa koronayê ketiye.
Qubad Talebanî, Cigîrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku ew bi vîrusa Covîd-19ê ketiye.
Talebanî weha gotiye, “Piştî ku encama testa min derket ku ez hilgirê vîrusa koronayê me. Ji ber wî divê ji bo demekî berkevtina min nebe heta ku ez vê derbas dikim.”
Talebanî daxwaz ji welatiyên Herêma Kurdistanê kiriye û gotiye, “Ez hêviya silametiyê ji bo we hemûyan dixwazim û tikaye girêdayî tedbîran bîn û berdewam bin li ser xweparastinê.”
Li Herêma Kurdistanê heta niha 104 hezar û 402 kes bi Covîd-19ê ketine û 3 hezar û 424 kes pê mirine. Herweha 80 hezar kes jî baş bûne.(AY)
*Çavkanî: Pukmedia