Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polên dibistana seretayî yên 2, 3, 4em, dibistanên gundan, polên 8 û 12em, xwendekarên pola amadehiyê yên lîseyê û xwendekarên ku pêdiviyên wan ên taybet hene dest bi perwerdeya rûbirû kirine.
Di vê qonaxê de wê çûna dibistanê mecbûrî nebe xwendekar bixwaze wê biçe. Xwendekarên dibistana dayîkî di heftê de 5 roj, yên polen din jî wê di heftê de 2 roj biçin dibistanan.
Polên dibistana seretayî yên 2, 3, 4em û di pola 8em a dibistana navendî de di heftê de 2 roj wê 12 saetan ders bê dayîn(2 roj, 6+6).
Di dibistana navîn a îmam xetîban de 14 saet ders di heftê rojan de wê bê dayîn(2 roj, 7+7)
Di pola 12em û polen amadehiya lîseyê de jî 18 saet ders di heftê 2 rojan de wê bê dayîn(2 roj, 8+8).(RT/AY)