Chalak Events di sala nû de bernameya Stand-Upê ya bi navê “Qirdik” organîze dike. “Qirdik” ji hêla şanoger Mehmet Erbey ve hatiye amadekirin û tê pêşkêşkirin.
Di çarçoveya bernameyê de Mehmet Erbey wê "Qirdik"ê du rojan li ser hev, pêşberî temaşevanan bike. Erbey di stand-upa xwe ya "Qirdik"ê de balê dikişîne ser zext û fîşarên li ser zimanê kurdî û qala pirsgirêkên rojane dike.
“Qirdik” 8 û 9ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya 2018ê li ŞA Performansê wê derkeve ser dikê.
Divê em Kurd êdî bikenin
— Memerbey (@memerbey) 15 Ekim 2018
Kurdînusno ji kerema xwe rt bikin
Û werin em bi hev re bikenin
Dîr:21-28.10.2018 Saet:19:30
Cî:Şanoya Bajêr a Amedê.Diyar galeri Avm (qatê binî)AMED pic.twitter.com/fXWXS7D3OP
Derbarê Mehmet Erbeyî de
Mehmet Erbey di sala 1978an de li Qoserê ji dayîk dibe. Erbey bi salan şanogeriyê dike û ji sala 2015an û vir ve bi Stund-Upa “Qirdik” derdikeve ser dikê. Heta niha li Amed, Êlih, Mêrdîn û li hin bajarên din ev lîstik pêşkêş kiriye. (FD)