Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Qeymiqamê navçeya Şaxê ya Wanê, Haci Asim Akgûlê ku wek qeyûm ji bo Şaredariya Şaxê hatiye erkdarkirin navê Parka Tahir Elçîyî guhert.
Navê parkê bû Parka Şehîd GK Alî Ogûn.
Li gor nûçeya dihaberê xebatkarên şaredariyê tabelaya bi Zimanê Kurî jî anî xwarê.
Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) ew park daye çêkiribû û navê Tahir Elçîyî lê kiribû.
Alî Ogûn cerdevanek e ku di sala 2016ê de li navçeyê hatibû kuştin.
Ji bo 85 şaredariyên DBPyê qeyûm hatibûn erkdarkirin.
Serokê BAROya Amedê, Tahir Elçî di 28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de li ber Minareya Çarling hatibû kuştin.
Lêpirsîn dewam dike lê doz li ti kesan nehatiye vekirin. (AS/MB)