Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Ev sê sal in ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê em ji kar derxistin. Du sal in ez bêkar im. Cejn di ser me de derbas bû lê min nekarî ji hevjîna xwe re goreyek bikirya. Ji ber min nekarî kirêya xaniyî bidim, xwediyê xaniyî min ji malê avêt. Heke ne bi saya wan hevalên min bûya ez niha li kolanan bûm ku li gel min ji kar hatibûn avêtin.”
Kutbettin Bor, yek ji 306 karkeran e ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê karkerê demkî ango taşeronî bû û mafê karkirina daimî bi dest xistibû lê ji kar hatiye avêtin. Bor li şaredariyê weke operatorê kepçeye kar dikir û di sala 2017an de Mûrat Zorlûoglû dema weke qeyûm ji bo şaredariyê hate tayînkirin ji kar hatiye derxistin. Bor digel biryara du dadgehan jî nikare dest bi karê xwe bike.
Borî behsa rewşa xwe kir û got ku, “Me xistin rewşeke gelekî tengezar, belasebeb, em bineheqî hatin perîşankirin. Pariyek nanê me hebû lê ew jî ji me stendin.”
Borî got ku ew sê mehe nikare kirêya xaniyê xwe bide û xwediyê xaniyî dixwaze ew ji mala wî derkeve. Bor bi saya hevalê xwe yê weke wî ji kar hatine derxistin ji bo xaniyekî din bar kiriye:
“Min 405 lîre heqê kirê dida. Tevlî fatoreyan û mesrefên din mehane lêçûnên min digihîşt hezar û 500-hezar û 600 lîreyê. Piştî kum in sê mehan li ser hev kirêya xwe nekarîbû bida, xwediyê xaniyî bi neçarî xwest ku em derkevin.
“Îro ne bi saya hevalên min baya, heke bi wî halê xwe yê belengaz nehatana hewara min, ez û hevjîna xwe em ê li kolanan bimana. Ew kesên ku hatin hewara min ew jî weke min bi salan e bêkar in. Bi saya wan yekser me xaniyekî din dît lê nêviyê xaniyî rût e. Deriyê qedemgeh û serşoya xaniyê min barkiriye nîne. Li erda wê parkeyek nîne.”
Uyar: Digel biryarên dadgehan jî em nikarin dest bi kar bikin
Zafer Uyarê 35 salî jî yek ji wan 306 karkeran e. Uyar, 9 salan weke ajokar li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê kar kiriye lê paşê ji kar hatiye avêtin. Piştî ji kar hatiye avêtin, li înşaetan kar kiriye lê wî got ku ji ber koronavirusê ew nema dikare li înşaetan jî karan bibine.
Uyarî got ku ji ber ji kar hatiye avêtin navê wî derketiye. Uyarî behsa wî tiştî kir ku Kayhan Turkmenoglû, Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Wanê ji bo piştgiyê bide karkerên ji Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê lê 306 karkerên li ber çavê xwe nedîiye:
“Em bêkar in. Navê me derketiye. Heke em bixwazin hemaliyê jî bikin êdî ti kes kar nadi me. Ji 306 kesan tenê 20-30 kesî kar ji xwe re dîtiye.
“Di vê demê de pirsgirêkên mezin di navbera min û xwediyê xaniyê min de derketin. Di dema koronavirusê de ez nikarîbûm ji malê derkevim. Hevalên me û Rêxistinên Civaka Sivîl koliyên xwarinê dan me û alîkariya kirê bi me kirin û bi vî awayî me jiyana xwe dewam kir.
“Berê ez li înşaetan dixebitîm lê di dema pandemiyê de ew jî nîne. Du zarokên min hene. Yek jê di roja ez ji kar hatim avêtin jidayik bû.
“Dewlet, yasa, dadgeh mafê me li me vedigerîne lê şaredarî mafê me nadi me.” (HA/FD)