Fotograf: Facebook
Qeyûmê Şaredariya Êlihê zimanzan Zana Farqînî ji kar derxistiye.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Farqînî di dema betlaneya fermî de bûye ji kar hatiye derxistin. Herweha Qeyûmî li gel Farqîniyî du kesên din jî ji kar derxistîye.
Farqîniyî derbarê derxistina xwe ya ji kar de gotiye, weke darbeyeke li dijî ziman, çand û hunera kurdî.
Zimanzan Zana Farqîniyî destnîşan kiriye, ku wî ji bo xebatên çand û zimanê kurdî li şaredariyê dest bi kar kiribû û weha pê de çûye: “Bi taybetî ji bo zarokan û folklora Kurdî wê xebatên me dest pê bikiraba. Me di serî de dê perwerde bida ew kesên ku derbarê folklora Kurdî de xebatan dikin. Me dest bi xebatên perwerdeya kurdî kiribû. Projeyeke me ya berfireh hebû. Ji wan yek amadekirina ferhenga zimanê kurdî bû. Bi taybetî xebateke derbarê şêwezarê kurmancî de bû. Cara yekem bû ji bo dijîtalkirina ferhengên kurdî gavek hatibû avêtin. Me 2-3 meh berê dest bi vî karî kirî bû.
Di 23yê Adarê de li gel Şaredarên Farqîn, Erxenî, Gêl û Licê Hevşaredarên Êlihê jî hatibûn desteserkirin. Di 25ê Adarê de jî Şaredariya Êlihê Qeyûm hatibû tayînkirin. Qeyûmê Êlihê piştî ku bi dest wezîfeyê kiribû malpera şaredariyê ya bi kurdî hatibû girtin. Piştî bertekan Qeyûmî diyar kiribû ku wan malper ji bo nû bikin girtiye. Ew ê careke din vekin. (AY/FD)