Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Şaredariya Sêrtê, Berîvan Helen Işik û Dara Tûrhan jî di nav de ji 25 endamên meclîsê vê carê jî faîza ku hatibû jê birin xwestiye. Wezareta Navxweyî ji ber ku şaredarî ji faîza deynê xwe yê avê bihuriye lêpirsîn li Hevşaredarên Sêrtê Berîvan Helen Işik û Peyman Dara Tûrhan û 23 endamên meclîsê yên Şareradiya Sêrtê vekiribû.
Bixwîne - Şaredarî ji deynê xwe bihuriye, Wezaretê lêpirsîn vekiriye
Bixwîne - Dema ya HDPyê be lêpirsînê vedikin, dema kayûm be, dibêjin “Kampanya ye”
Ahmet Bulbul, cîgirê serokê şaredariya ku bi qeyûm tê birêvebirin ji 25 kesan re hişyarname şandiye û faîza deynê 2 hezar û 413 aboneyên avê ango ji 861 hezar û 956 TL deynê avê 761 hezar û 908 TL xwestiye. Walî Osman Hacibektaşoglû qeyûmê şaredariyê ye.
Bulbulî hejmara IBANê daye kesên ku jê re hişyarname şandiye û 30 roj jî dem daye wan. Mehmet Zekeriya Çigir, endamê meclîsa HDPê ku di 25ê Kanûna Paşiya 2021an de dile wî sekinî bû û miribû, di nav wan kesên ku Bulbûlî jê re teblîgat şandiye de ye.
Dara Tûrhan, Hevşaredarê HDPê yê ku ji wezîfeyê hatibû girtin bibîrxistiye ku wan li Şûreya Dewletê îtiraz kirine û nerazîbûn nîşanî hewldana girtina faîza ku jê hatiye birin daye.
"Rêveberiya qeyûmî ya Şaredariya Sêrtê bêyî ku li benda encama îtiraza me ya li Şureya Dewletê bisekine, bilez teblîgat şandiye. "Xuya ye Şaredariya Sêrtê gelekî deyndar kirin e, pêwîstiya wan bi pereyên lezgîn heye. Ji bo pêkanîna pêvajoya hiqûqî jî tehamula wan tune.”
Çi bûbû?
Meclîsa Şaredariya Sêrtê di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de biryarek dabû ku di sala 2020an de ji 90 ji sedê faîza deynê xwe yê avê bibihure. Piştî vê biryarê di navbera 6ê Kanûna Paşiyê û 6ê Tîrmeha 2020an de ji 90 ji sedê faîza deynê 2 hezar û 413 aboneyên avê bihuriye. Ango ji 861 hezar û 956 TL deynê avê 761 hezar û 908 TL jê biribû.
Wezareta Karûbarên Navxweyî di çend mehên derbasbûyî de, ji ber vê biryarê, lêpirsîna Bêrîvan Helen Işık û Peyman Darayê di 15ê Gulana 2020an de kayûm li şûna wan tayîn kiribû û ya 23 endamên meclîsa şaredariyê dabû destpêkirin.
Endamên Meclîsê yên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) jî piştgiriya vê biryarê dane. Di vê navberê de roja 22yê Gulana 2020an kayûm tayîn kirin li ser Şaredariya Sêrtê.
Di 4ê Îlona 2020an da hayê Serokatiya Lijneya Kontrolkirinê ya Mulkiyeyê ji vê rewşê çêdie û dest bi lêkolînê kiriye. Serokatiya Lijneyê di encama lêkolîna xwe de gotiye ku jêbirina faîza deynê avê yê welatiyan li dijî qanûnan e, şaredarî nikarin bê şert û merc hemû faîza deynê avê jê bibin, erka rêjeya kêmkirin û zêdekirina bihayê avê tenê di destê Serokomarî de ye, ti erk û wezîfe nedane meclîsa şaredariyan. Serokatiyê her weha destûra lêpirsînê ji Wezîr Soylûyî xwestibû.
Suleyman Soylûyî di 22yê Sibata 2021an de destûra lêpirsînê dabû Walîtiya Sêrtê. Walîtiya Sêrtê jî di 5ê Gulanê de nivîsek ji Şaredariya Sêrtê re şandibû û xwestibû ku wan belgeyên di destên xwe de bişînin.
Qeyûm heman kampanya daye destpêkirin
Piştî ku lêpirsîna wan hatibû kirin bi 2 mehan, şaredariya kayûm li ser e, biryarek dabû û gotibû ew ê 90 ji sedî faîza deynên avê, emlakê, paqijî û derdorê û baca reklam û îlanan jê bibe.
Osman Hacibektaşoglû, Walî û Şaredar ji bo vê kampanyayek dabû destpêkirin û gotibûn ev kampanya wê heta 31ê Tebaxê dewam bike. Ji bo vê jî li gelek deverên bajêr nivîs daliqandibû.
(HA/AY)