Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Wezareta Karûbarên Navxweyî qeyûm ji bo Şaredariya Sarûcanê, navçeya Depê ya Elezîzê tayîn kiriye.
Duh Bekîr Polat û Canan Tûgtekîn, Hevşaredarên Sarûcanê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn desteserkirin.
Ercan Kaçar, Cîgirê Waliyî weke qeyûm hatiye tayînkirin.
Walîtiya Elezîzê derbarê mijarê de daxuyaniyek weşandiye û gotiye Şaredarê Bajaroka Saricanê Bekir Polat di encama lêpirsînekê de (23yê Hezîrana 2020an) duh hatiye desteserkirin. Li gorî daxuyaniyê ev lêpirsîn bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê kirin.
Polat û Tûgtekîn hê jî desteserkirî ne.
hê dewam dike û ew di bin çav da ye, ji ber vê li gor madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya ku hejmara wê 5393 e û madeya 127emîn a Qanûna Bingehîn bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî şûna wî Alîkarê Walî Ercan Kaçar wek Şaredarê Bajaroka Saricanê hat wezîfedarkirin.
Li şûna 46 şaredaran qeyûm hatine tayînkirin
HDPyê di hilbijartina 31ê Adara 2019an de sê jê bajarên mezin, li 65 bajaran şaredarî bi dest xistibûn. Heta niha li şûna 46an qeyûm hatine tayînkirin.
21 hevşaredar jî girtî ne. (FD)