Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Walîyê Dîlokê, Alî Yerlîkayayî da zanîn ku qeymiqamê Dêrikê, Mehmet Fatîh Safîtûrk miriye.
Duhî di siet 12.10ê de PKKyê êrîşî avahiya Qeymiqamiya Dêrikê kiribû û di bûyerê de digel Safîtûrkî du kesên dî jî birîndar bûbûn.
Walîtîya Mêrdînê da zanîn ku êrîş bi teqemeniyên xwemalî hatiye kirin.
ANFyê jî eşkere kiribû ku di êrîşê de armanc Safîtûrk bûye.
Qeymiqamê Dêrikê, Muhammet Fatih Safîtûrk(35) di meha Îlonê de ji bo serokatiya Şaredariya Dêrikê wek qeyûm hatibû erkdarkirin.
Muhammet Fatih Safîturk kî ye?
Di sala 1981ê de li Sakaryayê hatiye dinyayê. Di Zanîngeha Marmarayê de Beşa Zanistên Siyasetê û Têkiliyên Navneteweyî Xwendiye. Li Zanîngeha Exeterê xwendina xwe ya bilind temam kiriye.
Safîtûrk zewiciye û du zarokên wî hene.(ÇT/MB)